A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Helbestvanê Têkçûyî
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Helbestvanê Têkçûyî

Mîna çiyayê Olymposê
Dileqitin kil dibin rêhesin
Hindik maye ku
Bizotên hundirê min bişewitînin dojehê jî…

Ezabên taloqkirî diricifînin tilîka min a şehadetê
Halet-a ruhîyeke dewixî ku dilînên min meqes dike
Mîna kaxezeke ku kesîf, şêlû
Hundir kesîf
Derve kesîf
Weke bûkeke derve rind e gîyana min

Giryan bi giryan e lalezarên bihara min
Lerze der lerze her du milên min î xwar, ketî, pûç…
Berfeke wisa barîya li newala havîna min ku
Mirîyan jî fedî kir û berê xwe ji merqedên xwe malîn

Ji daxkirinê dilopa fedîya pepûkê jêbûye
Tenê, hikarîdar, bibandor…lerzok…
Dixwaze dîsa bifire, lê baskên xwe di hundirê xwe de
Jibîr kiriye.

Nola zarokekî ku firfiroka xwe bi tenê difirîne
Weke kalekî heftê salî ku di şev de derketibe meşê
Weke şevşevoka ku ji heyteholê direve
Dengekî rehmanî di gewrîya min de asê dibe
Dikele lal
Diheje mencenîq
Kefa destê min agir dibestîne
Hêsir rê nadin hev da ku dakevin qada şerê
Ji çemên bûzgirtî… zênûn… hêvîxwaz… eslîyane

Îro helbestvanekî xistî me, têkçûyî
Bêje bi bêje şikestî
Kelîme bi kelîme hilweşîyayî
Hemû şûşeyên hestên min hezar parçeyî
Li rastan
Wîzînî û gumînîya hundirê min
Bi baraneke tavî li ezmên dixe
Ez im
Helbestvan…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê