A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Helbesta Qedandina Xortanîyê
99 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Helbesta Qedandina Xortanîyê

Jîyan helbest in, li ser ‘enîya me hatine nivîsandin…
biskên min bi ser ronahîya şevê ve dadiweşin
çavên min bi çavînoka şevê şiyardibin
weke berfa di kefa destê min de dihelin xeyalên min
xêlîyên min bi babîsoka payîzê li hev dikevin
dinya weke ku kiras biguhere
jîyan weke ku ber bi demsaleke nû ve dihere
temenê min bêrîya demsaleke gulistanî dike niha û
li ser kevirê tirba xwe dilop bi dilop hêstiran dibarîne
ji xwe re dibe ard
ji xwe re dibe ‘erd
ji xwe re dibe ax
û dide girî li ser xwe
dilê min ber bi xwedê ve…
û ji bo gunehên xwe xeman dide ser hev
serê xwe li ber xwe ranake/dikele/diêşe
/dişewite/sar dibe
evîn dikeve kezeba dil
berê xwe dide başûr
di vê şeva hanê de tiştên ku ji xortanîyê mane dihelin
yek bi yek
bêhna êxtîyarîyê xwe dirêjî temenê min dike
axret xwe davêje bîr û dawa min
zaroktîya min nû dibe
geş dibe gîyana min
bêhna sosin û ‘enberê tê ji nêz ve…
jîyan ji bo nivîsandina hosiya/wesyeta xwe amade ye
dinya jî demeke ew jî li benda mirina xwe ye
sîh û sê dîrek
sîh û sê hêvî
tam sîh û sê hebên xîçikan rêz bûne di rehikên min de
temenê behiştê pîroz dikim
jê pê ve çi heye
hemû bihev re dihelin
weke berfa ber tava nîvrojê…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê