A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Genimî
172 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Genimî

behr şipîşîn vedibe
tê de gel derbasdibin
ê dimeşin genimî
ê dişemitin genimî

çawa ku agir sor tê xwiya
ku ketê kevoka nexwiya
hawar genimî genimî

jîyan xewek bêsalix e
mirin pê dikeve dil jê dadikeve
şev dirêjdibin mirin qut
êvar genimî genîmi

ey şev!
tu zirav tu dirêj
destê te berjor
enîya te di erdê
ronahîya gîyana min
genimî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê