A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Ez im Zarok
315 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Ez im Zarok

Ez ruhê wî di dest wî de
Zarok
Bi bêjeyan nikarim biteqim
Dilgirtî û dîl
Zarok

Min ber bi navnîşanên nediyar dibin
Sûcê min sexte nasnameya min
Dilerizim ji durûtîya wan
Ruhê xwe nadim wan
Ditirsim
Ez
Zarok

Ji mijê ava heyatê dimijim
Rûyê min teng
Rûyê min qelişî, lal
Bi ta û bê derzî
Rêya min dûr
Ez
Ruhê min di kulma destê min de
Zarok

Îbrahîmê Azer im
Qedrê dewran û
Şahidê dîrokan im
Ez
Zarok

Kelogirî
Bêhiş û cûtî
Li mezinahîya xwe digerim
Ez welatê avê welatê axê
Zarok

Welatê hêvîyê dişopînim
Di bin nigên min de derya diqulipin
Bi min dilîzin nigên cenawir û pîrebokan
Bêhay
Li hêvîya xelasîyê
Ez
Zarok
Helbestên din ên Helbestvanî/ê