A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Eywana Min a Dilşikestî: Wan
166 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Eywana Min a Dilşikestî: Wan

"Ji bo erdheja Wanê"

Siruşta demsalan guherî
Çûk koçber bûn/welat berdan
Hawirdor tev dûmane mije sibat e adar e
Hêstir diherikin li ser ‘erda vî bajarî
Hêstir ji kolanên xaçortê datên heta ber bi qeraxa golê ve
Şevên dagirker bûne xewnên malan û kolanan
Few vedane dûpişkên qeda pêketî

Tirsên mirovan şîn tên êdî
Girover û nemir…
Evîn bi întîharan ve xemilandîye
Zarok nalîzîn hewşên mala vikîvala û
Duçerxeyên zarokan şikyayî û rizîyayî ne…
Li vî bajarî şênahîya berê veşartîye
Veşartîye si’ûd veşartîye bişirîna zarokan
Sûk ne sûkên berê şahrê jî ne şahrêyên berê…
Gelek hêvî di binê axê de fetisîn û
Gelek hêvî hê di ber sekratan de ne.
‘ezmûnek tûjekor bi ser de hat
Çong tewîyan, erd qelişî û hê jî berf dibare…

Bajar… ev bajarê qedîm ku
ji xwe pê ve tiştek tê de nema
weke ku nû hatibe kişifkirin
weke ku nû ji dayik bûbe
weke ‘ewrên baranê bi kel e
di nêva zivistanê de weke germa havînê dikele
şemateya mirinê ya pirdeng dilive li vî bajarî
navê vî bajarî Wan e
lê ew êdî kal e
westîyayî û
weke xaneke yê dîrok lê digere

ne xwedîyê xwe ye ev bajar hê
û xwedîyên wê jî wenda ne…
di her derfetekê de bi hezaran xwedîyên vî bajarî
bê xatirxwestin koçberbûn
bi hêstir bi evîn bi girî û bi hesret…

ey bajarokê bav û kalan
bêtemayîn tenêmayîn e
tê kengî vegerî ey Wan
ez ê kengî vegerim em ê kengî vegerin
ez lawê te me tu dayka min î tu axa min î
tu sebr û arama nav dilê min î…
Bila dîsa demsal biguhere
Bila Tamara ji hesretê nefetise
Bila kela te bi mehan bi salan nebe hêlîna kundan
Bila êdî ji dêleva girî baran bibare û
Bila bikewîne birînên te…

Bila ava xorxora te mîna berê avê bikêşe ji tîyan
Bila Bedi’uzeman dîsa henîen lekum a bireşîne û
Lem’eyên xwe li ser kela te bineqişîne
Bila hesreta dayikan bi dawî bibe
Bila ‘erd û ezman bes li te were xezebê ey Wan
Ax ey…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê