A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Ey Êş Ax Ey Jan
158 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Ey Êş Ax Ey Jan

wê rojekê serê te jî bête jêkirin
wê li te jî keve guleke bêpayan
wê qiyamet li serê te jî rabe
xwe qedîm nehesibîne
derkeve ji nava dilan

bêkes û bêruh li erdê razaye jîyan
bi te ketîye
tu bi me ketîyî ji zû ve ji berê
wê bişkê baskên te di nav lepên stembaran

wê rojekê qêrîn bi kezeba te jî keve
helebçe wê serê xwe li ber te rake
wê ji nû ve biwelide diyarbekir bê te
ji nû ve mekke, ji nû ve filistîn, hîra,
ferat û dîcle ji nû ve…

ey tûj, ey tal, ey jan
dengê sêwîyan tê di nava sînga te
nêzîk e mirina sînga te jî…
şev kûr dibe, kûr yanî nêzî berbangê
feq û kospên hatine vedandin ey jan
dê xwe li stuyê te girêde, asê, bi cîh, ji nû ve

dengê mayîn, top û guleyan em ker kirin
em gêj kirin sewtên xedar
li çar alîyê şaristanê wehşet barandin bi hezar salan
lê hindik maye
baskên vê jahrê jî bişkên, lorîn û stranên wê biçirin
dîroka janê wê bivemire, hindik maye

çol, asa, agir, şikeft, herba uhûdê
heybeya pêxemberan
kedera dilê helbestvanan
hindik maye, roj wê ji bo zarokên zorê…

ked, evîn, gulên rûçilmisî!
kincên ‘eydê li xwe kin êdî
li pêş me/we cejn e
paqijkin hêstirên xwe
paqijkin helhatinekê bavêjin ser çavê janê
xwe nû bikin

peyv, gotin, dîlan, helbest, çîrok, civat…
xwe ji nû ve saz dikin
berê xwe didin warê dayikan
berê xwe didin warê jan û eleman
berê xwe û berê lûleyên xwe
berê asa û agirên xwe

wê rojekê deng û destê te bişkên
rengê te yê geş hişk bibe
xwe bêdawî nebîne ey êş
ma dengê bavên keserkûj qul nake guhên te?
ji bîr neke ev peyva qedîm û mizgînewer
ku ji devê qasidê sadiq diweşe:
“el kufrû yedûmû wezzulmû la yedûmû”
Helbestên din ên Helbestvanî/ê