A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Ev Kat
86 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Ev Kat

Darmêwa xeyalên winda
Bi goşîyên xwe ve
Xwezîyên hersim
Hersimê bimoz
Tirş radestî sifreya mirovahîyê dike
Di vê katê de…

Loma
Ji kanîya xeyalên xerabe
Nermehelbestek napijiqe
Bilqîn loma bi tehtehelbestê dikeve û
Şirebaranan li ber lingên hêvîyên mexelhatî
Vedişêre…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê