A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Dilo Ay Dil
254 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Dilo Ay Dil

di çûyînên bêveger û bêbersiv de
di tenêtîyên bêdawî û hevrîşim de
me bi piranî dilê xwe kul kir

dilê bêrondik her poşmanîyên bihêvî disoje
weke nameyeke bê bersiv, dimîne
pişta wî her xware ji huznê
û agir difûrîya ji tenûra wî

bê wijdan dimêje hezkirîyên demborî…
qelebalixên beredayî em tev dan lo! lo!
ma tu nizanî hê jî êş di himbêza me ya bêxwedî mezin dibe
pir dibin nû dibin û dibin hesinker…

janên sote em hilanîn ji nava nivînan
me pirtir dilê xwe ji xwe hişt …
xewn û xew nema li binguhê hev dikevin
di nava lihêfên havînî de
xeyidîn…

‘umir diherike
rondik jî… bêyî ku xatir bixwazin tew…

di tengasîya geravan û
di kirasê diltengîyan de
me bi piranî dilên xwe xavî hişt
xavî yanî li rasta, bê pertal bê nan û av

tenêtîya ku, tenê ji xwe acize xwe avêt kolanên me
weke nameyekê nivişt bi stuyên me vekir
em kelogirî bûn ji demên bêqalik
ji janên bêdendik û
ji birînên bêhestîyar…

ji rojên tarî me hêvîya şewqeke bêbinî kir
em kenîyan û gerîyan li perava masûmîyeta zarokan
çavên me mîna bircên diyarbekir dibiriqîn
û rûyên me bê ken dibişirîn ji tavê re û
êrîşî ser pêşeroja xwe yî kesk dikir
di bêgunehîyeke yadîgar û
bi hêstirên memleketalûd em hatin ceribandin
me ji bîr kir kolanên dayik û bavan
bi vê rewşê
me êş di dilê xwe de meyand û
me ji kêfa re dîsa ew mêt
hemû diyarî dûrbûn ji dil
me bi piranî ev dil ji bîr kir ha! ev dil
ev dil
dilo ay dil…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê