A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Demên Şikestinê
178 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Demên Şikestinê

"Şikestin civîyan û hatin mêvandarîya min…"


Karwan meşîya di beyabanê de tî û bê hêştir
Can û cama ‘işqê şikest
Karwan,
Di destê helbestvanî de jîyan û
Dargerîneka ku rehikan diqelêşe şikest

Ramûsan bi ramûsan ev heyûhay ev koç û
Ev selewatên çeşnîdar
Ji her kesî re hezkirîyeke hesinî anî bi xwe re
Mîna dilê şair ê şahîka ku li ezmên dide
Av şikest
Karwan şikest
Ji bêavî ji bêgavî

Xwîn şikest di eleman de
Ruh şikest parepar bû
Derman di devê cenawiran de hişk
Laser bi laser bi ser şadîyê ve diqulipe huzna demdemî
Kar peritî
Rê li çolê bi tenê
Karwan rêşaş li bendevan qelibî
Deng qerimî
Fanosa îlhamê şikest

Şikest behra qulzem di nêva kezeba min de
Lehî rabû dîsa
Nîvşahî li min vemirîn
Kenîn nîvco man
Taveheyv bi carekê bû cemed, bû bûz, bû berf
Ketin destê hêstiran, tev peya, bi kêf bi şahî
Heyat nema ji jîyanê re dem şikest
Darûbar, demûsal, avûhewa şikestin
Xwelîya axûwaxê rabibû, li benda şadimanîyê

Tavî bi tavî di kesretê de fetisî ruhê min
Beyaban dide girî
Rûbar şikest
Çiyayê ku gîyana min pişta xwe dabûyê qelişî
Ava keskesor a ku herikî tê de
Beyaban şikest

Ne’at şikest
Bûyer wenda bû li rastan, li ber çavan
Vî bajarokê xoşewîst
Vê tenûra lal
Vê himguma tiral, bêhn bi bêhn dia, lavayên lawaz
Hêstirên bêferyad, kevir, kana’et û
Ruhê min î yadîgar şikest
Helbestên din ên Helbestvanî/ê