A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Bihara Zivistanê
229 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Bihara Zivistanê

Dem di şevê re derbas dibe
Bi xewnan diteqe û bi kevokên naşî radipelike ‘ezmanan
Dicû û dihêrîne bîranînên ‘ewrên zemanî û
Lîqaê berfê dibe
Berf dibare bi ser xewên kurmî
Tabîra xewna rojê dike ji mirovan re
Dibare û xeyalan ji şikeftan hildikşîne

Bi xalîçeyeke spî şiyar dibe dinya
Lihêfa guhertî li ser xwe dibîne
Aş dibe
Çiya tev bi vî rengî nixumandî
Hawirdora jîyanê bi pelên spî diçûrise
Evînên zarok di binên sîya berfê de serî radikin
Zer dikin
Dîmenên derizandî yên newbeharan
Xemla xwe nû dikin
Rûreşîyên xwe dixurînin û baz didin

Berf dibare
Berf dibare bi ser me û
Bi ser fê’lên bêfedî yên mirovahîyê
Weke Roboskî mîna Zîlan û fena Helebçeyê…

Zarok e dil
Dil zarok e û
Xem e jî…
Bi ser vê zarokê jî diherike berf
Tirsa xwe dixe dilê xemxuran û
Weke bagerên Cûdî difûre
Defên gemarî deşîfre dike berf
Weke xwe spî dike hestan ezmanan û newalan…

Hewaran tev dide
Nikulê xwe li girî û gazinan dixe
Kenê li ser çavê huznê radixe
Berf dibare û
Hela çi ku dibare

Zarok bûka berfê çêdikin
Pozê wê gêzerî
Çavê wê zeytûnî
Dilê wê hêvî
Berf dibare

Li ser rûyê ramûsî hêlkanan vedike
Dibare bi ser hestên mededxwaz û dikele
Zarokên ji ber sermayê hinerengî
Hinarokên xwe bi berfê dişon
Germ dibin dest
Nerm dibe jîyan
Û bi ser qeşaya rûreşîyê
Tevî gengeşîyên tund-aloz
Berf dibare û bihara zivistanê ye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê