A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Bê Qudûm
165 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Bê Qudûm

Li stêrkên ummî sohtina qelb û cegerê min
Li ber derîyên bêmifte dengê hawaran didizin
Rojên ku qûma peravan li ber bayê dikevin
Û çavên mêrxasîyê dixin binê paxila xwe
Ez xwe kor dikim

Li ezmanên sayî li ser stêrkên hevraz
Li taxên wêran
Bi bivirê hezar sale
Tilîyan ji bedena xwe qut dikim

Bê gazind
Bê qudûm
Helbestên din ên Helbestvanî/ê