A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Nureddîn Yekta - Ez Xulam
147 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Nureddîn Yekta - Ez Xulam

Bêrivana min çû bêriyê, elbê darîn di mil da
Silav neda û nenhêrî, miraz hîştî di dil da
Bi wê bejna bilind meşî, gav fireh avêt û çû
Wekî mara bi min geztî, dil ma di xem û kul da

Xezala şengal û Cûdî, ji lêvan şekir dibarin
Hingivê şana mîsal in, di guh da zêr guhar in
Kemera zîvîn li pişt e, dil girîftdar xedar im
Herçî kesî ku wê dîtin, nexweş in birîndar in

Qêrîn ji min çûne felek, ta heft qatê asîman
Ez bi lez rabûm, ji ber wê keboka şahî cîhan
Ku bi destan bigirim carek, bi hurmet bikim selam
Min bi bexşine! Razîme bibim kole û xulam!

Lê guh neda min got ka ez yar bim ji kê ra
çima şerr nakin li hember dijmin hûn wekî şêra
Ez ne Dîlbera we me! Li rûyên we nanhêrim
Heta ku dîl û esîr bim li bin lingên neyara

Ez im bûka rojhilata navîn, ez im Kurdistan
Bihîşta rûyê zemîn im, ez im gul û gulîstan
Ez ne yara we me hetta ku hûn min azad bikin
Ji dijminê rezîl ra bikin gorr û gorristan!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê