M. Burhan el-Hedbî - Mewlîda Kurdî Bi Şêwaza Hedbî
BABETA SEREKE
Her bi navê ew Xwedayê zul celal
Tim bi navê ew Xwedayê bê zewal
Dest bi her kar û we şûlan ez dikim
We bi fermana resûl agah dikim
Her ji Bismillahî Allah navê wî
Rehîm û Rehman bizan rengdêrê wî
Kî bixwaze kar û şulên bi adan
Ber di despêkê de bêj navê Xwedan
Bê tixûb hemd û pesin ta cawîdan
Her ji mêj ve yek bi yek bona Xwedan
Piştî hemdê pirr selat û we selam
Ta ku ‘erd û asûman bikne dewam
Li Mûhemmed ez dikim hûn jî bikin
Yek şev û rojê ji wan xwe dûr nekin
Ez bi lêvan vedibêjim lê ji dil
Bê jimar her dem û katan ta wesil
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA YEKEM
Pesn û qencî her ji Yezdan re bizan
Tu xirabîyê ji nefsa xwe bizan
Wê dema Yezdan vîyankir nasbibe
Sedema “ez xizne bûm[2]” berze bibe
Bo mirovan çêbike ax çêkirî
Yê ku tiştên afirand xweşik kirî [3]
Heq dibêje min Mûhemmed çêkirî
Bo Mûhemmed kewn û gerdûn çêkirî
Her wekî Cabir jî ragihandiye
Wî ji qasidê Xweda ev pirsiye
Tiştê ku yekem Xweda çêkir çiye
Gote nûra min ji nûra Wî bûye
Paşê nûra min dikir parçe ji hev
Wî ji wan perçan jî tiştên mayî tev
Afirand her tişt ji wê nûrê Xweda
Lê bi şêwazek xwumal û pir cuda
Yek bi yek peyda dikir şahid dibû
Ne melek cinn û mirov jî yek nebû [4]
Hem ewan tiştên ku çêkir wî heman
Kirbû xizmeta mirovan vê bizan
Paşê ew peykerkê Adem ji herrî
Afirîndêr afirand ruh puf kirî
Bavê insanan ji ax Wî afirand
Ji giyanê xwe, giyan da wî livand
Ka bila insan biner ji çi afirî
Nutfeyek av piştî ew ax bû herrî [5]
Wî ji yek nefsê jin û mêr afirand [6]
Ji Adem û Hewwa zilam û jin civand
Ji wan jin û mêran ‘eşîr pirr çêkirî
Cûrbecûr êlên giran hev naskirî
Heq Xweda gote; hesabê min bikin
Mihbeta nav merivan ger hûn nekin
Ew bi zatê xwe bi axêr axivî
Wî rûmet da axê bo wê bik herrî
Got; “ji te aferîdan dê çêbikim
Bavê wan Adem ji te peyda bikim
Ew kesê fermana min bînin bicîh
Ew bihuşta min xelatî dikne cîh
Yê li ber ferman û emrê min derên
Dojeh e cîhê herin ew naderên
Ka çi ye tişta mirovan xir dike
Ew li ber Rebbê Kerîm ser radike [7]
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA DUYEM
Wê dema Yezdan dixwest paşwerkî çêk
Da li rûkala cîhan emrê xwe lêk
Wî j ferişteyan re got agah bibin
Hûn ji paşwerê mi ra secde dibin [8]
Cibrîl bi emrê Xweda çû nik axê
Da ji axê cûreyek bîn Taîfê
Ax dike zarîn û qîrîn da girîn
Kanîyê avê ji hingî v herikîn
Ax dibêje ez ditirsim her ji min
Emr û ferman nasnekir dê çêbibin
Min bibexşîn gote axê ez neşim
Çêj bikim şewta cehennem rû reş im
Rewşa axê dil li Cibraîl dipaht
Ev sedem bû Cibraîl bê ax dihat
Dev ji Israfîl Mikaîl berneda
Herdu dest vala dihatin ba Xweda
‘Ezraîl jî wek ewan dora xwe kir
Ax û zarînan li wî fêde nekir
Cûrbecûr beşên ji axê wî bi lez
Danî dîdara Xweda rûyî gewez
Heq teala gote ‘Ezraîl here
Stendina ruh jî xelat bû ji te re
Ax li dîdara Xweda ma bêguman
Çil dibêjim hin dibên gelek deman
Piştî Adem bi ruhê pak şa dibû
Ew ferişte yek bi yek secde dibû
Her wekî bo Yûsifê ken’an diçûn
Secdeyê Ye’qûb û zaryê xwey hebûn [9]
Lê ‘ezazîl kir qiyas got çêtir im
Secdeyê nakim ji ax ew, agir im
Ka bê rewşa me gunehkaran çiye
Bes me îman bi Mûhemmed aniye
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA SÊYEM
Heq teala j Adem û Hewwa re got
Hûn li cennet radiwestin dibne cot
Hem digot Ewî ji wan re mêr û jin
Bes ji vê darê nexwun goh bidne min
Tasi wasa wî ‘ezazîlê xedar
Sed mixabin wan ji wê darê jî xwar
Wî ‘ezazîlî bi xapan kir bi der
Ji bihuşt her ew dihatin cê keder
Lê vebirî hate fermana Xweda
Hûn li ‘erdê jî ji hev nabin cuda
Bes ji bil wane li pey emrê minin
Herne ‘erdê hûn ji hevre dijminin[10]
Dê li rûkala cîhan hevre bijîn
Zaryê Adem dê stûbarî bijîn
Kî ji wan radestî emrê min bibin
Dê ji wan re tirs û xemgînî nebin
Lê ewanê dijî emrê min bijîn
Dê bi agir re heval bin hûn yeqîn
Merwî ye Hewwa yekem ducanî bû
‘Ebdurehman nav li zarok danî bû
Navê zarokê duyem Salih bizan
‘Ebdulharîs e bizan sêyem cuwan
Yê yekem û yê duyem ew qet neman
Dimirin ew zar û zêç jî ji wan neman
Hin dibêjin ‘Ebdulharîs e jiya
Ew li Adem û Hewwa taze giya[11]
Wer dibên Habîl beran gorî dida
Pejirand jê ew beran çû nik Xweda
Cibraîl ew anî Semretus Sewaf
Hin dibêjin kohê Sebrê kir tewaf
Dabû Îbrahîm ku ew dostê Xweda
Li Mînayê wî Cerîr kirbû feda
Qabîlê mêrkuj zevî û zadê dexel
Birye dîdara Xweda rûhî zexel
Cibraîl agir bi ser zadî ve rêt
Arî û toza ji zad rû kir kirêt
Wî birakujî yekem anî dinê
Ev riya netêw wî kir nava jînê
Sal bi sal dinyê xwezî tanî bi par
Ta Mûhemmed hat ji me re bû star
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA PÊXEMBERAN
Piştî Adem sî Suhûf pêxem dihat
Cibraîl bo Îdrîs pêxember dihat
Wî dirûtin bo mirovan kir xelat
Asîmanzanî bijîjkî kir xebat
Her ji salan çarsedê tam saz dibû
Keştiya Nûh hê li derya sardibû
Ne Yehûdî û Xristiyan bizan
Îbrahîm dînê Henîf anî cuwan
Îsmaîl ji Curhuman jin anî bû
Tali’ û bextê Hecer bûyer dibû
Bavik û bingeh ji bona e’reban
Bavê israîl tu Îshaq î bizan
Yaqûbê beytul hezen peyda ji wî
Yûsifê zindan vegerya çavê wî
Eyyub e lawê keça Lût hûn bizan
Min bibexşîn bo dua wî ey Xwedan
Cibraîl Tewrat ji Musa r anî xwar
Textê Fir’ewnan li Misrê tar û mar
Her li Tûr bû ew kelîmê heq Xweda
Wî li derya Misriyan rê kir cuda
Zebûra ristî ji Dawud re dihat
Wî tewandina hesin kirbû xelat
Her ji wî nebî Sulêman peyde bû
Xwedyê darazê ku bav pê razî bû
Alîkar Îlyas ji bo vê ometê
Ew di bejê de bi hewarê ve tê
Hin bi nakokî dibên pêxember e
Xizirê zindî li derya rêber e
Bendeyek bê bav ji Meryem afirand
Hê di landik de Xweda ew peyivand
Ew wecîh bû her bi hêza la yezal
Navê wî ‘Îsa Mesîh e pirr delal
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA ÇAREM
Wan resûlan her yekî nîşe di pişt
Ehmedê mew’ûd ji hevdu re dihişt
Hate nîrê ometa navîn digot
Wî le’înî j dûndeyên xwer cot bi cot
Dê vexwînin ew ji olê rastî re
Rast û xwar cuda dikin ew eşkere
Bo gunehan navgîniya me nema
Hem ji êla xwer digot bêjin çima?
Lew Mûhemmed e reîsê wan bizan
Pirr bi rûmet ew li erd û asûman
Yê yekem me ew bi xapan kir bi der
Ji bihuşt Adem ku hat cîhê keder
Hate bexşandin binavgîniya wî
Wê dema Adem digo navê ewî
Her ew e ê ku ji dil wî para me
Tê deranîn wê dema nik Helîme[12]
Yê ku Dumrete dibêje min dî şêr
Hate dîdara wî ser anî bi jêr
Herwekî Mûsa li derya kir buyer
Yek îşaret ew dike heyvê du fer [13]
Dê li mî’rac nêzî dostê xwe bibe
Derfetên ‘ezmên ji iblîsan dibe
Bêjimar bêtir ji baranê bihar
Nik Xweda
ni’met ji mer anîbû xwar
Rehm û rastî wî ji dijberan re xwest
Riya bexş û aştî bo me kir mebest
Wê dema insan ji tirban tî diçe
‘Erda heşrê kefteleft dor dipêçe
Ew ji kewser ometa xwe av dide
Şef’eta ‘uzma Xweda bo wî dide [14]
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA PESNÊN PÊXEMBER
Erdheja eywana Kesra bû yeqîn
Yek nîşana bûyina şahê emîn
Gola Sawê micciqî av jê nehat
Wê dema nebyê mezin bo me dihat
Wê dema rêwingiya Şamê dikir
Hate Busrayê Buheyra mêzekir
Dît ku nîşanê nubuwwet lê heye
Got; bizivrîn hê yehûd hay jê neye
Wî yekem erîniya Elestû kir
Qabê qewseynî Xweda nêzî xwe kir[15]
Heq dizanî heq digotî ewle bû
Zilm û zorçoyî li ba wî qet nebû
Ey Xweda Tu hukmê şer’a wî werîn
Zalim û zordestan dîsa hevdu dîn
Rohniya çavê nebînan ka werîn
Nav misilmanan Tu tefrîqê derîn
Bo gunehkaran penahî nik Xweda
Tu reîsê şafi’an canêm feda
Bo mirovan usweyê ehsen [16] tu yî
Yê bi exlaqê mezin [17] hat her tu yî
Ez bi Hûd û Murselat hem Waqî’et
Bi Îzeş Şemsû we ‘Emme Kuwwîret
Pîr dibim lê her ji bandora ewan
Wî j eba Bekrê sidîq re got bizan[18]
Ey gelî dost û bira hem hadirîn
Bo bi destxin hûn ji dunya û ji dîn
Ma’neya van sûreyan xweş fêr bibin
Hê li dunyayê ji xew hişyar dibin
Ka Mûhemmed ometa wî ma yetîm
Ew yetîm bû lê wî dinya kir yetîm
Ya Mûhemmed ez ji xêran bûm yetîm
Her tu wî xwedyê belengazê yetîm
Kî sêwî ma jar û lawaz bûn hezin
Sêwîyên xwe girt bi te ew bûn mezin
Hêvîdar im ku j yetîman bêm jimar
Xwedyê min bî da di wê heşra xedar
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA BAPÎRÊN PÊXEMBER
Ey cuwan hûn xweş bizanin jîna wî
Bav û dê pêxember û bapîrê wî
Ev li me û hem li we pêwîst yeqîn
Nas bikin wî da ku bê rûmet nejîn
Ew li Mekkeyê ji dayik bû bizan
Rewdeya şêrîn Medînê de nîşan
Ger bi ya min bik bizan ev katjimêr
Ez ji ‘Ednan dê bibêjim ta bi jêr
Bav û bapîrê resûlê ins û can
Guh bidin hûn ev girîng e pîr û can
Koka e’raban ji du bavan bizan
Wer dibêjin ehlê dîroka zeman
Her li bakur zaryê ‘Ednanî diman
Zaryê Qehtan başûrê Mekkê bizan
Her ji ‘Ednan Me’d bizan bavê Nezar
Bav ji bo Muder bizan tu vî Nezar
Hem tu Îlyas ji Muder re kurr binas
Mudrîke tu kurrkê Îlyas ‘Emr binas
Ev Xuzeyme bavê Kînan kalê Nedr
Xalib e ew nevyê Malik bavê Fehr
Ka’b kurrê Luey bizan nabêm ji ber
Hem Murre bavê Kîlab e bik ji ber
Zeyd e her navê Qusey rastîye ev
Ya dîroknasan dikir kifşî ji hev
Tu Muxîreyî binas ‘Ebdîmenaf
‘Emr e Haşim wî dikir comerdî zaf
‘Ebdulmutelib ev e rengdêrê wî
Şeybetul Hemd e dibêjin navê wî
Ebrehe min terş û talan e mebest
Piştî talan wî dibir girtî bi dest
Xwedyê beytê ye Xweda her wî digot
Lê bi vê peyvê dil û cerg wî disot
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA BAV Û DAYIKA PÊXEMBER
Her dema ‘eşq û evîn peyda bibe
Li Mûhemmed tim selat pêwîst dibe
Lew ji bona wî evîn çêkir Xweda
Hem bi vîna wî îman dibe cuda
Ger dixwazin hûn Xweda razî bikin
Hem ji rehma Wî li xwe zêde bikin
Ji Muhemmed Mustefa pirr hezbikin
Li Mûhemmed hûn selatan pirr bikin
‘Ebdullah e tu bizan bavê resûl
Wî ji xwer Amîne anî kir qebûl
Torina ‘Ebdîmenaf qîza Weheb
Bes dibêjim bo Mûhemmed ev neseb
Meh receb bû şev jî neh bû cum’e bû
Amîne bi nûra Mûhemmed şa dibû
‘Ebdulmuttelib ku destûrê dide
‘Ebdullah ji dil ve amade dibe
Wî bi bazirganî nêt anî li rê
Çû Medîne hate ser emrê berê
Ey Xweda Tu hem Dilovan Ragir î
Çibikî şûlên xwe ra Tu Qadir î
Xelk dibêjin rê Medînê tev gul e Lê mixabin çavê Amîne şil e
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA WÎLADETÊ
Erd û aso hem li cînişê ewan
Nûçeyê reş da girêdan bêguman
Cariya Leheb Suweybe carînan
Xizmeta wê dewletê kirye ji can
Kêm dibe şewta cehennem goh bide
Agirê bavê Leheb ew rojî de
Rûmeta mewlûdê hûn ji dil bikin
Bêguman hûn dê Xweda razî bikin
Ne tenê şevê di kewnê ronî kir
Zahir û mana ewî tev ronî kir
Piştî Amîne bi nûra Ehmeda
Şa dibû heta meha heşt û neha
Hin suruşt wergirt di xewnê de fesîh
Wê ji Adem ta bi ‘Îsayê mesîh
Wer dibên her heyv dihat yek enbiya
Serdidan ewan reîsê sêwiya
Yek bi yek hatin bi şêwazek cuda
Bavê me Adem dihat mizgîn dida
Amîne an dem heta dwazdê meha
Rebî’ul ewwel bi wê rewşê giha
Pirr nîşan û şûlê matmayî dibû
Wê şevê hem dem û gerdûn ronî bû
Şev dirêj bû min digo nagêm sibê
Amîne rewşa şeva pîroz dibê
Hat ferişte cûrbecûr daket li mal
Ez neşim wesfan bibêjim ew xwumal
Pêşîvanê wan bû Cibrîlê emîn
Rûnenişt wî ref bi ref anî yeqîn
Her yekî wan karekî taybet hebû
Yek ji wana pirr cuda taybet hebû
Arîşen wî yek nîşan da wê demê
Wek xwezayîya jinan bûm wê demê
Her bi destê pîreka ‘Ewfî Şifa
Hate dunyayê Mûhemmed Mustefa[19]
Wî ji bav bêpar li dinyê çav vekir
Temya bêparan li ometa xwe kir
Mefxerê cîhan ew e j dayik dibû
Ew şevên tarî bi wî ronî dibû
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA MERHEBA
Ew Mûhemmed bû dikir hemdê Xweda
Rûmet û şanê mezin da wî Xweda
Bû Mûhemmed Ke’be kir secde ji kêf
Bû Mûhemmed lat û ‘uzza çûne lêf
Bû Mûhemmed nav û nîşan gunciya
Agirê bêbaweran jî tefiya
Bû Mûhemmed ew serokê enbiya
Kêf dikir wa teyr û lawirên çiya
Ew Mûhemmed bû digo dadî dihat
Hem bişavtina gelan rabû nehat
Bû Mûhemmed wî mebest dabû li dîn
Keftelefta wî ji ometêr yeqîn
Bû Mûhemmed ew şivanê ometê
Her dem û gavê bi hewwarê ve tê
Ew Mûhemmed bû we nakokî hilat
Spiy û reş bûn bira kom bû civat
Ew Mûhemmed bû guneh mişext dibû
Rûmeta xêra li dunyê zêde bû
Bû Mûhemmed rûmeta zilmê nema
Ew cihê navê Mûhemmed lê dima
Bû Mûhemmed destegîrê bêkesan
Bû Mûhemmed ew ji sergewran bizan
Ew Mûhemmed bû biraşîr Hemze bû
Şêrê Bedrê lawiran tirs jê hebû
Bû Mûhemmed xwedyê Qurana mezin
Mu’cîza wî cawîdan pê bigirin
Bû Mûhemmed secdeya şukrê we bû
Deryê tobê li gunehkaran vebû
Ew Mûhemmed bû bi Iqre girt emir
Bîst û sê salan vexwendin wî dikir
Bû Mûhemmed rik ji dil vavêr dibû
Tu welat îdî nema dagir dibû
Bû Mûhemmed tac û boraq dî xwedî
Qet tu nîr û qirnî mîna wî nedî
Bû Mûhemmed ew ji tovrindê gelan
Yekî wek wî nayê rûkala cîhan
Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin
Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin
BABETA DUA
Ey Xweda tu yê ku mewlûd daiye
Wî bibexşîn hem ewanê çûyiye
Tu vê xêratê ji bo wechê xwe her
Bik qebûl ya Reb ji ba xwe nek bi der
Bighê destê bav û bapîrê ewan
Tu bipejrîn bik sedeqa zaryê wan
Ger ebû Cehlû we Fir’ewnî hebit
Ey Xweda me b dojehê tedîb nekit
Dest vegirtî “ha û dal ba yê” dike
Zar û axînan li ser mazî dike
Min bibexşîn ya Îlahî bang dike
Bav û dê bo zar û zêçan dozdike
Bo ruhê pakî ji pakan Ehmeda
Ew ji nûra pak ku çêkirbû Xweda
Ez we jî vedixwînim gelî bira
Bo stêrkên wî nîşan kir eşkera
Bighê destê zindî û miryan teva
Ehlê îmanê ji Adem û Hewwa
Hem ji bo Huccac û ehlê muslîhe
Hem ji bo “Hedbî” bixwînin Fatîhe
Ji Dîroka Pêxember s.x.lê, Salên Girîng.
570 - Ebrehe hatiye Beytê xirab bike.
570 - Bavê pêxember s.x.lê, wefat kiriye.
571 - Pêxember s.x.lê, hatiye dinyayê. (20 Nîsanê; 12 Rebî’ul ewwelê)
571- 576 - Pêxember s.x.lê, li ba dêşîra xwe maye.
577 - Diya wî Amîne wefat kiriye.
579 - Kalê wî ‘Ebdulmuttelib wefat dike.
591 - Bûye yek ji namzetên Xilfil Fudûlê.
596 - Bi Hz. Xedîce re zewiciye.
597 - Zarokê wan yê yekem (Qasim) dihête dinyayê.
610 - Di heyva rojiyê de, li şikevta Hîrayê pêxema yekem dihêt
615 - 616 - Mişextiya yekem ku misilman diçin Hebeşistanê.
617 - Salên qedexeyî ji hêla mişrikan ve hatibû dayin ser misilmanan.
620 - Digel Zeyd rêwingiya Taîfê.
620 - Bûyera Isra û Mi’racê
621 - Peymana ‘Eqebeyê ya yekem
622 - Peymana ‘Eqebeyê ya duyem
622 - Mişextiya Medîneyê.
622 – 624 - Avakirina mizgeft û medreseyê; xwendina ezana yekem; bûyera biratiyê û peymana Medîneyê.
624 - Cenga Bedrê.
625 - Cenga Uhudê.
626 - Rûdanên Bîrî ma’ûn û Rec’ê.
626 - 627 - Cenga Xendeqê.
628 - Peymana aştiyê ya Hudeybiye.
630 - Fetha Mekkeyê.
632 - Xutbeya wîda’ê (6 Martê).
632 - Wefata pêxember s.x.lê (8 Hazîranê).
M. Burhan el- Hedbî: mburhanelhedbi@hotmail.com
[1] - Ehzab 33/ 57-56
[2] - 1. Ed-Dureru l-Muntesîre, Celaleddîn-i Suyûtî,125, 2. El-Esraru’l-Merfu’a, ‘Eliyyu’l-Qârî, 273, 3. Keşfu l-Xefa, ‘Eclunî, 2:133, 4. Divan-ı Mevlânâ Câmî, 37, 5. Divân-ı Niyaz-i Mısrî, 2, 6. Divân-ı Şeyh Ahmet Cezerî, 1:190, 7. İşârâtu’l-İ’câz, Bediüzzaman Said Nursi, 23
[3] - Secde 32/7
[4] - El-Mevahîbul-Leduniyye
[5] - Tariq 86/5-6
[6] - Nîsa 4/1
[7] - Înfîtar 82/6
[8] - Beqere 2/30-34
[9] - Keşşaf Berg: 1 Rûpel: 95
[10] - Men ‘ade lî welîyen fe qed azentûhû bil herbî (Hedîs)
[11] - Bn. ‘Ebbas Tenwîru l- Mîqbas Rûpel: 143; Teberî Tefsîr Berg: 4 Rûpel 146; Ibnu l- ‘Erebî Ehkamu l- Quran Berg: 2 Rûpel 808-809
[12] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 20
[13] - Qemer 54/1
[14] - Cewheret u- Tewhîd Rûpel: 185-187
[15] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 19-20
[16] - Ehzab 33/21
[17] - Qelem 68/4
[18] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 27
[19] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 20
[20] - Ehzab 32/28