A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lezgîn Dêrûnî - Wa Qamişlo
206 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lezgîn Dêrûnî - Wa Qamişlo

Wa Qamişlo: çiqas hêja û rindî
Bi gelê xwe çi merd û serbilindî
Bi wan şehîdê dozdihê Adarê
Bi wê xwînê bawerî bû vê carê
Keç û xortê di meydanê de mêrin
Ew girtiyê di zindanê de şêrin
************
Wa Qamişlo: dayika Maşûq û Ferhad
Ev çi rewşe, îro bi ser te de hat
çawa dijmin li te bûye gurê har
Xortê kurda zindan dikin bê jimar
Lê sûnda me bi şehîdê Newrozê
Ku em ne vegerin ji pey vê dozê
****************
Wa Qamişlo: birînê te giranin
Gelek malin di nav te de wêranin
Gelek malin ji nav te bûne koçber
Li bajara li kolana der bi der
Dest li ser desta danîne bê karin
Dil melûlin bê hêvî û bê çarin
******************
Wa Qamişlo: warê şêxo, Cegerxwîn
çawa bê tirs dîroka te nivîsîn
Bûne çira rê li ber me vekirin
Gelek mêrxas û pêlewan rakirin
Navê te kirin bajarê evînê
Kesek nikarê ji ser te hilînê
*******************
wa Qmişlo: silav li te ji dila
diyarî te baqê nisrîn û gula
navê te şêrîne li ser zimana
şêrîntire bi helbest û hozana
evîna te li nav hemî dila ye
li ba hemî kurda gelek bihaye.

15/9/2009
Rêwî - şûna Cegerxwîn
Patak ji tere ji dil û ji can
Ji kesên dilsoz yên li kurdistan

Kesên divêtin bi te re bimeşin
Bi dehkera te ew pir kêfxweşin

Hinek ji derdan ji te re dibêjim
Meger ji ber wan ez mest û gêjim

Bo te dighêzim îska sêwiya
Nalîn û of û oxa jinbiya

Bav û birê wan bûne pakrewan
Ji ber hêja bûn bi rûmet û can

Bûbûn nîşana bimbê firinde
ji dest rijêmek zirz û dirinde

Cidabûn nedan xalî xereza
Holdan di birin ser qelatdiza

Li qoçegêre li geliyê zîlan
Gur êrîş tanî bi lep û qîlan

Ziwê û saqiz ta aleqmşê
Qada wan tev bû nîgar û neqşê

Qet dest dananîn bûbû serfîraz
Bi sedan rabûn ji wan sergevaz

Ew ne mirîne wek mûm û Findin
Herdem bi wana em serbilindin

Neyarê kurdan fortê xwe dike
Xwe xurt dibîne bi rext û çeke

Herkes dizane ne top û ne teng
Tu çarê nake li kurdên leheng

Lê ez nizanim çima tu tî ma
tu serkanî bû bo gelek çema

Li raxerî te ew zab û mirad
Wan jî diva bû bijîn bi azad

Min xweş zanî bû tu wek pêt û ar
Te ronî dida şevên reş û tar

Te tim dida me omîd û hêvî
Me tu didîtî barana zîvî

Rêça me dijwar çetin û pir dûr
Birînên tey kevin Navêm bibin kûr

Xemên Miletan te dît derdê xwe
Her gel te didît weke kurdê xwe

Karê te bang bû bo mirovatî
Ji bo dostaye ji boy haşetî

tu bû hevalê jar û xizana
te digot bixwînin zû bibin zana

qada xwe bişon ji yê pîs û xiniz
Ji gelfiroşan meşxer û geldiz

te digot jinê berde warê reş
Were meydanê serbest û dilxweş

tu bû te di got ey heval Robson
Rengê wiyî Reş dibû şewl û ron

te lê dinêrî wek Ap û pisman
li gelê kûba yê çîn û vêtnam

te şîret dida li ser têkoşin
Hêvî te dida ji dilê birîn

Ji Ristên te got em çêkin rêdar
Sûda xwe bide di rojên dijwar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê