A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Letîf Helmet - Hejarîno
225 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Letîf Helmet - Hejarîno

Hejarîno…
Ger we hest kir, dengê min yê we nîne.
Rengê min, yê we nîne.
Ger we hest kir, xema min ya we nîne.
Devê min yê we nîne.
Helbestên min bidirrînin.
Mîna peykerekê kirêt, min biherrifînin.
Ger we hest kir, mîna we ne birçî me.
Ger we hest kir, li dervey zinca we dijî me.
Ger we hest kir, burjuwazî me.
Navê min, mîna jenga parey birre nin
Ger we hest kir, mîna we zehmetkêş nîn im.
Mîna hewe kaniya xem, jan û êşa nîn im.
Ger we hest kir
Min di dilê xwe de bikujin
Bi hevokeka mezin binivîsin
şairekî tirsinok û direwîn mir…