A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Letîf Helmet - Cengnamey Sedey Dahatû (Şernameya Sedeya Pêşerojê)
277 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Letîf Helmet - Cengnamey Sedey Dahatû (Şernameya Sedeya Pêşerojê)

Soranî:

îtir bîr lewe mekerewe şehrezad sibey şew
çi dastanêk bo şehreyar
degêrrêtewe

ya sîndebad sallî dahatû çi deryayek dedozêtewew
le çi dûrgeyekî miroxor
jinêkî dî dênê .....

hemîşe bîr le ceng bikerewe
nexşeyi ceng bikêşe ...
tenha le rûbarî cengda
şite dzirawekant
dedozîtewe ....

lebîrt neçê
eger dûkandar buwî
keresteyi ceng bfroşe ...

eger mamosta buwî
waney ceng
billêrewe

eger pzîşk buwî
nexoşxaney ceng
bikerewe ....

eger `aşq buwî
`aşqî ceng be

cejnekant benawî cengekanî mêjuwewe
naw binê

eger baxewan buwî
be baxçekant billê :
gullî ceng bigirin ....

ger jinit hêna lerrojî cengda marey kew
le rojî cengda
bîgiwêzerewe ...

minallekant nawbinê ceng
herbo nimûne :
cengî sêyem .....
cengî newt ...
cengî aw ....
cengî xew ...
cengî ronî zeytûn ....

lebîrt bê cwanî hîç jinêk ....
ciwanî cengt le bîr nebatewe ....

( ceng lecwanî nemirtire )
eme wteyeke ــ Letîf Hellmet ــ‌ deyllê

tarîkayî kotayî naye
îtir boçî bîr le dizînî
çirakey dêwcîn dekeytewe ....?

nihênîyekan hergîz destemo nakrên
îtir boçî bîr le şikandinî
kllomî jûre daxirawekan dekeytewe .....?

hergîz bew xeyallewe nenuwî
sbeyi bibî beendamî perrlemanî
aşitîxwazan ‌....

ha bîr lewe nekeytewe
bepê biçî bo hîndistan û
lewê tûtîyek bitkat be hawrrêy cadûgerêk w
fêrî kemendkêşkrdinî
kçant bikat ....

agadar be leher kwê buwî
ceng berpake .....
ceng dijî serî xot
dijî xudî nîşitmaneket ....
dijî :‌ ême û eman û ewan ....
ceng dijî ceng ...

ceng dijî sofêkanî naw çaxaneyi ــ Şe`b ــ
dijî `aşqekanî dewruberî çaxaneyi ــ Miçko ــ ....
dijî sermestekanî mizgewtî Kak Eḧmedî Şêx ....

eger detewê pişûyek bidey
‎ــ mebestim pişûy derûnî ye ــ
hemîşe hoyek dabîn ke bo hellgîrsandinî ceng ...
ceng dijî gorrstanekan ....
ceng dijî ewaneyi ke hêşita le dayk nebûn ...

ha hergîz basî aşitî nekeyi ‌
to le mallêkdayi
hemûşitêk
dijî to û xot ... decengê û
decengê û
decengê ...... !!!!!


Kurmancî:

Êdî li ser wê nefikire ku
Şehrezad ê sibê êvarê
Çi çîrokekî ji bo Şehriyar
Vebêje

Yan Sîndebayê sala bê dê çi deryayekî peyda bike
û li çi giravekî mirovxwur
jineke din tîne....

Her tim şerî bifikire
Pilana şerî rayêxe
Tenê di çemê şerî de
tiştên te yên hatîn dizîn
tên peyda kirin

Ji bîra te neçe
heke tu dikandar bî
Alavê şerî bifroşe...

Heke mamosta bî
waneya şerî
vebêje

Heke bijîjk bî
Nexweşxaneya şerî
Veke...

Heke aşiq bî
Aşiqê şerî be

Cejnên xwe we bi navê şerên dîrokê
binavîne

Heke baxvan bî
ji baxçeyê xwe re bêje:
Gulê şerî bişkivînin...

Heke te jin anî di roja şerî de mahr bike
di roja şerî de
veguhêzîne....

Navê şerî li zarokên xwe bike
Her ji bo mînak:
Şerê sêyem...
Şerê neftê...
Şerê avê
Şerê xewê...
Şerê rûnê zeytûnê...

Li bîra te be xweşikiya tu jinekî....
xweşikiya şerê te ji bîr nabe...

(Şer ji xweşikiyê nemirtir e)
ev gotineke ku- Letîf Helmet-dibê

dawîya tariyê nayê
êdî çima di hizra dizîna wê de yî
çiraya xwe dike dêwcîn....?

veşêrî qet bi dest ve nayên
êdî çima li pey şikandina wê yî
radoka jûrên girtî vedike...?

qet bi xeyalê nenivî
sibehê bibî endamê parlemana
Aştîxwazan...

Ha, hizra wê nekî ku
Bi wê biçî Hindistanê û
Li wir tûtiyek te bike hevalê efsûngerekî û
Te hînî kemendkêşkirina
Keçan bike...

agahdar be her li kû derî bî
Şerî bilind bike....
Şer dijî serê xwe
dijî welatê xwe bi xwe...
dijî: me û van û wan....
Şer dijî şer...

Şer dijî sofiyên li nav çayxaneya-Şe`b-
dijî aşiqên dewrûbera çayxaneya-Miçko-....
dijî sermestên mizgevta Kek Ehmedê Şêx...

Heke bixwazî bêhnvedanekî bidiyê
-Mebesta min bêhnvedana derûnîye-
Her tim sedemekî çêke ji bo vêxistina şerî...
şer dijî goristanan...
Şer dijî ew ên kû ji dayîk nebûne...

Aha qet qala aştiyê nekî
tu di malekî de yî
hemû tişt
dijî te ye û tu bi xwe ... şer dikî û
Şer dikî û
Şer dikî....!!!!

Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

Têbinî: kemendkêşkirin: aşiqbûna şêxê terîqetê yan keçên xweşik
Helbestên din ên Helbestvanî/ê