A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lal Laleş - T(erka) Eşqê
229 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lal Laleş - T(erka) Eşqê

Dîmena erka eşqê li tebeqeya eşqê ya yekemîn
Awêneya dengê şoreşê li tebeqeya eşqê ya duyemîn
Pelandina lêvan, êvaran, mayînên li bêwaran
Li tebeqeya eşqê ya sêyemîn
Tahma gulê ey hawara min a pir bikulê
Li tebeqeya eşqê ya çaremîn
Bêhna rihana hêwana pêjnê, dilsozî
Li tebeqeya pêncemîn
MA.û.MA
Berik nagirin tumên xemûbên çolbeyarên rojhilat
Terşên feylesofan bi kalîn dikevin
Li dirêjahiya gola Hezarê
Devê min dikeve hev li ber bedewbûna te lê lê yar
Qidûmê min dişikê ku tu tune bî lî vî warî lêlê xezal
Hebûna min
Di nava tunebûna çemçirayê çiyê de ye delal
Nazenînê, lêvxayinê, şevşêrînê
Mahkûmê birînên me li mehkemeyan
Eşqa te dikare welatekî mehkûm şîr bide
Tu dûmana dilê xwe bigihîjînî erşê xwedê
Bila bi vagon bin,
Bila bi dû welatê eşqê kevin keçên dinyê
Tu hela hilma xwe bi şiva tirênê bikî ji dînîtiya janê re
Lema rezê evînên, şemamoka bîstanê semayê
Mahkumê birînê me li mehkemeyan
Bi cihenema tehma devê te kirî
Zilindar,
Gul û êvar
Qirpikên te diteqin di nava çavên eşqê de
Weke devançeya çardehderb
Kewa ku nêzîkayî kiriye li kêmînê
Mahkûmê birînên me li mehkemeyan
Giyanê te li paş deriyê dûbask
Bi çarpiya digere li erdnigariya tunebûnê
Derdeserî û stuxwarî
Her koncai di destê te de dibe sarincên zexma keleha
Hezaz, hezkirina me ya cergebaz
Her gir di destê te de dibe serhildanên sê serî
Fedihandin, hetîketî kê dît?
Hinara zivistanê, mayendeya sebrê
Mahkûmê birînên me li mehkemeyan
çavên xwe derxîne, biavêje cehenemê
şûna wan mekteba eşqê vegirîne
Bila zarokên bêhawe li bexçeyê wê
Nîvro bazdin ser machbeht
Rayê bike kul û bi dile xwe de biteqîne
Nên simbilên çavnebariya te hene
Hine bike destê xwe û biskên heftrinda
Ez ê bêfedî bêjim bi togekê re zewicî me
Psîka min a helalcan
Kumê birînên me li mehkemeyan
Ez erjengiya şêwrê me sergerden û gêjê bêwextiyê me
Herdu guhên xwe dikim keştiyên serxweş
Bera didim behra evînê dimînim li zemînê
Evîndarên eşqê bi keştiyên şerqê
Ji evîndarên behrê re
Sûretê lûtkeyên evînê dişînin
Sûretê stûxwarên xûypakiyê dişînin
Keştiya nûh hew di wechê te de binavî nabe
Erê tu yî lûtke,
Xûypakî hunera ebrûyê wechê te ye
Defa dilê min erbaneya qesîda te ye
Mahkûmê birînên me li mehkemeya