A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lal Laleş - Kirîv û Kufra Şerabê
210 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lal Laleş - Kirîv û Kufra Şerabê

Ji ber kufrê şerabê vedixwin bi nikulê hibrê
Kirasgewr
Hûn ji riya heyatê
Ji sûretên dergehê pirmifte hez bikin
Bixemilînindaristan û şevan bi çirayên şad
Bireqisin!
Ava bikin qesran bi berên qebristanan
Berwarî roja li odeya we hiltê bibin
Ku zarokan dev avêt tawis
Êrîşkaran xêzika filehan gerand li dora laleşê
Hûn hemû tawisparêz
Bi kerba kerbelaya salê
şivê rakin li tiribêlka kirîbatiyê, li rima rojhilat
Di rojên giran de koç bikin
Zerîfexaneyên çiyayên şengalê
Sindoqa merhemetê vekin,
şahid rakin zumrudên ariya êr
Minare bi ser serê me de xera bû!
Kirasgewr ji bîr nakin,
Bi tenê efû dikin! Birayên rojhilat!
Kirasgewr bi deq û dilqê xwe dikin
Kirasgewr bi kefenê kevokên ber kêra we dikin
Kirasgewr bi ava ku
Agirê dilê tifika rojhilat ditefîne dikin
Kirasgewr bi çerxa ku eşqa dilê tawis dihilîne dikin
Dêr bi ser serê me de xera bû...
Kirasgewr ji bîr nakin bi tenê efû dikin! Birayên rojava!
Evîndar,
Namînin li ber deriyê kewnê
Mifteya herî bi hibr e zimanê şêrê çekdar