A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lal Laleş - Dîwarê Xerbê
212 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lal Laleş - Dîwarê Xerbê

1- Heft kulên kemînê, heft milên şamdanka diltepînê
Bi ser serê qûça gura ve dixwînin destana xwînê
Dixurice stêrkên şeş perîk ser serê hêrsimên evînê.
2- tizbiya me qetiya li şahdamara rojhilatê...
3-zêmarên evîna mûsa dinehwirînin mirî
Axx! Qebûl nake tu miriyan xaka bedewî
Bigerînin wan sûk bi sûk hukmê nîvê şevê bi dizî.
4- hibr û hûring bila kêm nebe ji ser serê jihevhezkirinê...
5- şehweta Ester rizand quflika dergeha hêsîriyê
Rakir xêliya fetha heft welatê ji werza evînê
Xuyabû yên xuyanedibûn ji qewlê şevînê
6- konê me li çolê ma, heft rojên me jî ..
7- dîrok, cahda mahr û jinê ye
Pela hejîrê, stareya xwîna ku rijiyaye erdê ye
Coşa septê, nalîna haham û bîşengê ye
8- neh mûcîzeyên mûsa hebin, hezar û şevek fenê firewn hene...
9-diperpite dilê mewîjok li ser ruhê jaleya çiyê
Li qibleya axirzemanê ji sûretê mêr diwelide şeytan
Herdu çav, dîjle û ferat diherikin dûr û sebat
10- keşfa rastiyê dikuje feqîriya eşqê...