A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lal Laleş - Deqa El Cizîrî
184 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lal Laleş - Deqa El Cizîrî

Cizîrî ,
Hemû xerdela Helepçeyê mêt
Ew kêzikên fetişîstî te berî nav bajêr dabûn
Dîsan jî,
Pênc hezar cangoriye canfîda ji ber ma

Cizîrî ,
Genên ulmê te
Nameyên aştiyê dişînin ji gelacan re
Dîsan jî,
Pênc hezar tîrêjên nelirê bi rê dikin erdnîgariya serhildêr

Cizîrî ,
Dijmin me bi xwîna me paqij dikin
Xwe bi xwîna me helal dikin
Nizanim çend hezar sal e