A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kurdyar Dirêyî - Azadî Şemal
238 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kurdyar Dirêyî - Azadî Şemal

“Ji mêj de me biryar daye ku,di bîranîna
şehîdên xwe de Em dê hêsiran nebarînin.”
D. ş. Qasimlo

Bilind dibim bilind
Stêrk du rêz
Li himber hev
pêşwazî ji dawerivînê re
rêz dibin
şev himbêza xwe vedike
kakişîn li bermin dûz dibe
ez dê herim
keşwera şahê gerdûnê…
ez neviyê agirim
şemala …
Bi fîşekin tirsonek
Di çil milyon dilî de
Bi rondikên xwînê
Di bîst adaran de davemirîme…
Hey lêgerên mayînê
Di bêdengiyê de
Giyanekim
Liber dergehê na buhişt
û na dojehê de
nobetçiyên keşwerê
erêniyê nadin giyanekî wenda
bênave di lîsteya
mêvanên xweda de
dibêjin ji min re
vegere
vegere ciyê tu jê hatiye
li laşê xwe bigere
di laşê xwe de
xwe bibîne
buhişt û dojeha te
di xwîna te dene
guh mede
yên seryan dihejînin
û li pey xwendina telqînan
te bin axî jibîrkirinê dikin
di çavên nifşên xwe de
ger wêneyê xwe tu bibîne
buhişt ewe…û
çêja dojehê
Ne dîtina wêneyê te
diçavan deye
hey neçarên
di leylana xwerazîkirinê de
razî dibin
bi nekarîn omîdên
ne hatin û ne jî dê werin
bengewazî li wijdanan
xwîn di xewnên wede
na hedan…na jibîrkirin
di rabûn…rûniştin û
xewnerojên we de
ez dê vegerim…
du sorbûn ji ber çavê min
narin…
sorbûna guleyên kîndar
û …sorbûna şînê
di çavên dayika min de
bibûre dayê
te dibînim û tu min nabîne
her te ji min re digot;
mar razî nabin
bi na vedanê
hebûn û jiyana wan ewe
heznake tarîtî ji ronahiyê
ronahî nebûna tariyêye…
ser bilind be dayê
eger yek şemalên
dilê te vekuştin
di dilê milyonan de
min kîneke bi rûmet
û şemaleke
navemirim vêxistin…
kakişîn na dûz dibe
şev himbêza xwe Limin digre
Stêrk ji rêzbûnê dikevin
Erêêêêêêêêêêêê
Buhara yek buhar
Bêxwîn nedît
Na buhara
Ji ava mezin
Ta dergehê derya
Ji te re heye rojek
Ez dê vegerim û
Gewretirîn azadî-şemal
Tê min wergerîne
Tê min wergerîîîîîîîîîîîîîîîne!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê