A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Krîstîn Ozbey - Her Tişt
191 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Krîstîn Ozbey - Her Tişt

her tişt temam e li vê jiyanê
te go kêmasî
ji bilî welatekî
ji bilî evînekê
ji bilî hêlînekê
ji bilî xewn û xeyalekê
ji bilî ewrekî rûbiken ê li kêleka tavê
ji bilî hêviyeke mîna roniya hîvê
û
ji bilî te
her tişt
her tişt temam e