A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kovan - Çiraxê Şev
160 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kovan - Çiraxê Şev

Vê şevê dapoşram
Ne ji nişkvîn
Ji cawîdan
Lew di şev çirax amêz
Ev çiraxê geş, tengijî
Pijikî ji evîna şev
Hilavêt keştî`a pirjîn
Ber pêlên deryayê vale, tarîk
Ne çêker diyare
Ne dîrok
Ne bender diyare
Ne deriya
Rêvingim di rêvingê da
Xelekim ji zincîrê
Genc bum
Pîr bum
Di dangê da
Rû çirmisî
Ser lerizî
çok şikestin
Mêhtim
Hilavêtim
Li jêr
Li jor
Li ber pêlan
Di vê geşta gerok, zivirk
Gêj bum
Ne pirsin ji min
Ne ji hatin
Ne ji çon
Ne dê çê kur
Ne ji kur tê
Bi xwe pirsim
Di pirsê da
Wek min rêzin, di vê şopê
karwanim bê ser, bê pa
Lew pêngavan bi tirs
Bi leriz, di havêjim
Ji nediyariy`a çon, hatin
Di deriyayekî meng
Pir ji gokên gerd
Tenha gemiyên xweliyê tê di leyizin
Bi leystek fûsonger
Gemîvanek veşartî
Mam sergerdan
Bi vê leystoka sermed
Bi jîn
Bê jîn
Hergiz bi livîn, bizav
Her tiştê nebîtin livîn
Nîne bi xwe nîne!
Ev cadûgeriy`a di bin poşiyên xweliyê da
Li hawir çirax bi govendin
Bi henaseyek bê deng
Li ser mendehoş bum
Dil lerizand
Lew çom sernixûn
Bi peristiş
Bum ol perist
Li ber çiraxê vînê bum perwa
Li ber tîşkên wî
Di şev tariyan
Ne ji nişkvîn hêname jîn
Ji hebuna sermed
Xistim xewa beng
Dîsan hatim jiyanê
Li vê tarîka bê deng
Jê di çît hezar awaz
Bun kevil
Pîst li ber min
Bi wê şad bum - aheng
Eveye govenda postanên weke min
Dîlana kuran
Bi hevra bun rist, rêz
Wek berbûkîyên rûs, xwas
Li wextekê
Li dûv zik di çon
Di geran
Keftin warên jînê, jiyaran
Kar li hev par vedikirin
Xak kelaştin
Ta hev di nav da veşêrin
şaxên postanan, pîlan
Rist bi rist
Xistin gerdenê
Li ber bejinê
Iro bi jiyarin mirovin
Ji bergên armuş
Bi perde, poşî
Li ber bejina hemban ji goşt
Meşkên xwînê
Koncin mîna bêjîngan
Weke biluran
Ji bu bayê jînê
Lê mirov ne hat xwar ji asiman
Ji siroşt berhem
Li xwe paşvak
Mirovin bi pileyan
Ji pileyan çend mirovin ?
Eveye şerenîx`a mezin
Gengeşe`a bê dawî
Bê serencamek bi berhem
Bi bersiv
Di nav bera >>ez << û >>min<<
Ji hev - hev dikêşin
Xwe di hevda
Di nihênin , vedişêrin
Bê hevdu binasin
Ji şev rêvingim bu şev
Ji vê çend di xwe digehim ?
Vê pirsê hilfirandim, pijikandim
Belav bum li ser deriya
Li kîşweran
Xistim parsê
Ji astan ta bi astan
Li dûv xwe bum gerok
Li ser rûyê gerokê
Bum ez kîme?
kanê ?
Vê tarîkê hejandim
Belengaz kirim
Wek tevnek alizî
Ne bîrker
Ne tevin ker
Li ser şepirze bûm, lerzîm
Weke pîrên ji Sêrtê heta Bêrtê
Bun xwîniyên hev
Yên >>ez << û >> min<<
Bum goyîn
Li ser xwe dinalim
Li dûr xwe alizîm
>>Ez<< xwe di >>min<< pêça
Ti wexit ji hev nabin
Kevilê xwe nû dikem
Ji şan ta bi şan
Carek din dihêm gorpanê, jiyanê
Lewra yekim
Di yek rikehê da dijîm
Bum goka li ber kaşoyan
Li ber çewkanên dîrokê
Ji ber ku >>min<< >< ez<< nelivand
Vê rastiyê paş vegerandim
Lê ne xwe dibînim
Ne ji şopan
Paşhatî ji bun xodîk
Li pêş min
Me xwe di hevda dît
Em têkel hev bun
Bun yek dîmen
Dîsan rêvingê ji şev ta şevim
Dê were >>min <<>>ez << bibîn
Ez û tu
Dê çiraxê jînê maç ken
Eveye rûgeha evînê
şev arxeyan
çirax jêder, omêda jînê
Lew bi şev çirax rewşen
Ew melbenda evînê

25.05.2002, Aarhus Danmark
Helbestên din ên Helbestvanî/ê