A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konstantin Kavafis - Ithaca (îsaka)
126 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konstantin Kavafis - Ithaca (îsaka)

Eger tu xwe ji boyî çûyîna ber bi "îsakayê" ve amade bikî, bila hêviya te ew be ku rê dirêj be,
bi sergermiyan û bi hişyariyan dagirtî be.
Ji dêwan û ji dirindeyan û ji Xwedayê deryaya aziryayî netirse,
çunkî tu yê pêrgî wan nebî
madem ramana te giranbuha ye,
madem hesta zelal serkêştiya giyan û laşê te dike.
Tu yê pêrgî dêwan û dirindeyan
û Xwedayê deryaya aziryayî nebî
eger te ew di hinavên xwe de bi xwe re neanîbin.
Hêvî bike ku rê dirêj be,
hêvî bike ku sibehên havînan pir bin,
daku tu bi dilşadî û bi kêfxweşî derbasî bendergehan bibî,
bendergehên ku cara pêşîn tu wan dibînî.
Li nik firoşgehên Sûryayê raweste,
tiştên qenc bikire, moriyan, mircanan,
karbanan û gulavên cihêreng î bînxweş,
lê bitaybetî, ji wan gulavên bînxweş
hetanî ku tu bikaribî, bikire.
Berê xwe bide gelek bajarên Misrê daku tu hîn bibî,
da ku tu ji zanyaran hîn bibî.
Bila "îsaka" herdem di ramana te de be,
bila gihiştina wê hergav mebesta te be.
Lê gavên xwe û meşa xwe nelezîne.
Ya çêtir ew e ku rêwîtiya te çend salan dirêj bike,
ku tu pîremêrekî zana û bi qezencên
rê û rêwîtiyê dolmendbûyî bigihêjî doravê.
Ti carî bawer neke ku dê "îsaka" dewlemendiyê pêşkêşî te bike.
"îsakayê" rêwîtiya spehî xelatî te kiriye.
Eger ne ji wê bûya tu bi ser riyan nediketî,
ji bilî vê yekê jî ti tiştekî wê nîne ku pêşkêşî te bike.
Eger tu "îsakayê" perîşan bibînî,
bizanibe ku te naxapîne.
Madem tu gihiştiyî vê pileya zanînê,
madem ewqasî tu zana û şareza bûyî,
gerek êdî tu bizanibî ka "îsaka" çi ye û kîjan e.

*Wergêr: Ehmed Huseynî
**KAVAFIS, Konstantin - nivîskarek yûnanî: Di 29.04.1863an de li bajarê Iskenderiye li Misrêi ji dayik bû, û di 29.04.1933an de li eynî bajar çû ser dilovaniya Xwedê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê