A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Xwedêyo!
126 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Xwedêyo!

Li warê min
Herdem zivistane
Ewrên avis
Di ser çiyayên bilind re
Xweş xuyane
Lê çima ev ewir nazên
Ez nizanim?!!
Gelo ! stewr mane
Sawêrin dilopa avê
Di wan de nemane?!
Nizanim, nizanim
An bi tenê li warê
Xiniz, kole û rêberên karbidestan
Baran dibare û buhare?!
Nizanim, nizanim
Xwedêwo !
Bela li ser tevayî gelên cîhanê
Baran bibare
Welatê min jî di nav de
Lê bibe buhare.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê