A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Xerabo! (2)
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Xerabo! (2)

Xerabo !
şiyarbe xerabo şiyarbe
Va dîkên serê sibehê
Bang didin û hêjî
Tu di xew de raketiyî !
Heyva me li çardaye
Hêjî, tu rê şanî gur didî !
û berê gur li nav kerî
Rastdikî?!
Qey tu korî an
Hovî, an zikreşiyê
Hiş û sewdan di serê te de
Nehiştiye?!
? ? ?
şiyarbe xwelîlisero
şiyar be !
Xweliyê ji ser serê xwe
Daweşîne !
Xelk, xweliya li ser serê
şanî hev didin
Gur jî
Dibin simbêlan re
Bi te dikene
Kenekî hûr û bê deng dikî û
Haj û bajê te
Ji dora te nîne;
Bi tenê tu û zikreşiya xwe
Bi hev re dijîn
Bi tenê tu mayî heyranê
Razîkirina jina xwe û
Nexeme ku avanî bibin kavil
Bajarî bibin koçer…
? ? ?
Xerabo !
Xelkê sol rizandin di ber
Avakirina welatê xwe de
Te sol rizandin
Di wêrankirina welatê xwe de
Bê guman tu jî
Hêjayî xelatkirinêye
Heger xelata welatiyên birûmet
Ji zêr be
Gerek xelata te
Sola welatiyekî
Dilsoz û wefadar be
Da ku li ber çavên zarokên te
Bê daleqandin û
Zarokên te li te neyên.
? ? ?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê