A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Welato! V
118 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Welato! V

welato!
Di nav çar dîwaran de
helkihelka mine
bîna min teng dibe
çavên min dikin
ji serê min derkevin
dikim bi fetisim
dîn bibim dîn !
ser çi ber çi
nizanim nizanim !
gelo !
Ji gilî gazin û
perwerdekirina zarokên mine !
Ji guhdariya radyo û
temaşekirina TV yên cîhanê ye !
Ji sehkirina nûçeyên şerê
birakujî û naxweyiya gelê mine !
nizanim nizanim
Tiştê ku ez zanim;
Tayekê ez girtime
sawekê ez hilanîme û
tirsekê ez girêdame…

Welato !
Di nav çar dîwaran de
di vî xanîkê bê deng de
ne xew li çavên min
dibe mêvan
ne jî bêhinvedan ji canê min re
dibe mazûvan
Bi tenê di nav kovar û
rojnameyên bakur û başûr de
winda bûme…
çêr dijûm û siqêfan
sehdikim…
û pêre pêre
tirsa welatê Mezopotamya
min dûr dibe…
giyanê min ji bedenê
bi dûr dixe…
zarokên min
dûrî min dibe
û êdî nema;
şoreşgeriya stranên şIVAN
Xemgînîya dengê MEHEMED şÊXO
û
kubariya awazên SEîD YûSIF
bi min xweştên
êdî nema bi min xweştên …

Welato !
çar dîwaran
ez hembêz kirime
ez girêdame
xal ap û pismamên min
di girtîgeh û mişextîyan de
li ber deriyane…
Hong Kong piştî 156 salan
bê ceng û şer va li maka xwe
dibane
û em gelê Kurd tevî
hewidan û helwestên bêrawestan
bi tenê em bi zimanê dê û bavê xwe
Kurd mane !
lê mixabin û sed mixabin
ku roja îro ji 30_40 melyon Kurd
dor nêvî bi wî zimanî na axifin
çêtirîn pirtûk
sê sed dane jê nayê firotin…!
Welato !
tevî guhên van dîwaran
û berxwedanên kesên
xemxur û dilsoz ku
bi dûv zimanê dê û bavê xwe de
dibezin
Hawar gazin û gilî
dikim yê min jî
tevî vê rewşê vê rêtengîyê
van pênc zarokan nelihevîya
gelê min û çêr dijûn û siqêfan
ez dilivim lê vê livandinê ez
dîn kirime huşû sewdan
Di serê min de nehiştiye…
Ha Ho nema debara min dibe
didim xwe ku tazî û rût
ji nav van çar dîwaran derkevim û
di nav kolanên vî bajarî de bibezim
heger hin bibêjin dîn bûye !
ezê li wan vegerînim û bibêjim;
Mejîyê xwe bixebitîn in
bi ramanên paqij û durust
di rewşa gelê xwe de bi ponijin
hingê hûnê zanibin bê kî dîne û
bê kî dîn bûye…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê