A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Welato! III
160 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Welato! III

Welato !
Ji çend rojan ve
serê min di ber min de
maye tewandî
di nav pojin û ramanan de
mame razayî !
ken û girnijandin
ji min dûr ketine
gotin û peyv
ji min direvin
pênûs jî
ji min xeyidîye !…

Welato !
Ji çend rojan ve
Radyo û TV yên
cîhanê peyam nûçe û hewalekanê
şerê birakujîya Kurdan
şerê navxweyîya gelê Kurd
dibêjin û dibilînin…

Welato !
Ji mêj ve pêşîyên me gotine:
( ku ba hat keviran bi dêrin ku ba
nehat guh bidêrin )
Yê me kurdan jî tevî ku heyamê
guhdêranê çûye -here û venegereheyamekî
nû ji mere hatiya raxistin?
û roj bûye roja Kurdîtîyê û rêka
azadî û serxwebûnê bi rengekî
berfireh ji mere hatiye raxistin
em mêze dikin ku berpirsyarên me
keviran bi ser hevde dibarînin
fatîhan li ser canê hev dixwînin
xwîna mirovên Kurd bi destên mirovên
Kurd dirjînin…
Ma ne bese ku ji ez ezetî û kesayetîya
xwe dakevin
wek birayan destên xwe bi hevdin
biryarên hevpişk bi hevre derînin
bi navê:
_Parastina zimanê Kurdî ji zarokên
Kurdan re…
_Parastina zarokên Kurdan ji parsa
di kolanên bajarê cîhanê de…
_Parastina rewşenbîriya Kurdî ji talanê
…_
Parastina dîroka Kurdî ji
windabûnê…
û ya herî giring parastina rûmeta
gelê Kurd di nav gelê cîhanê de…
Welato ji welatîyên xwe bixwaze ku;
Bê çek destên xwe bi hev din
Bê çek bi hev re bikenin
û hema carekê ji Xwedê
bitirsin di kul êşû janên
vî gelê şerpeze û perîşan de biponijin…

Welato !
Ji wan bixwaze ku;
dest kevirekî ji kevirên
Kurdistanê nedin ku
pê avanîyekê ava nekin?
Pelekî ji daristanên
Kurdistanê ranekin
ku şitlek nû di şûnde
ne çînin
çûkekî ji ser xaka Kurdistanê
ne firînin
ku hêlîneke bi star jêre nebînin
Ji wan re bêje welato ku;
dîrok ne kiraseke
her yek li gorî dilê xwe
ji xwe re bi bi tefsilîne…
Terzîyê wî kirasî deme
dem jî dîroke
dîrok jî weke deryayê ye
tiştekî veşirtî di zikê xwe de
nahêle…
çendî bi dereng keve
û dem dirêj be lê ya rast
her derdikeve û eşkere dibe…

Welato !
dema ku bingehê parlamentoyê
Kurdistanê hat danîn
pêre pêre dilê 30 melyon Kurd lêda
hêvîyên 30 melyon Kurd geşbûn
30 melyon Kurd bi hevre gotin;
Bijîn Bijîn…

Welato !
Ji sêsed salî ve
ji heyamê EHMEDÊ XANî ve
gelê Kurd li hêvîya
31 Konê Reş
wilo roj bûn
wilo parlamento bûn
lê mixabin û sed mixabin
ku ew hêvîyên sê sed salî
ji bo ez ezetî û kesayetî yê
bêne avêtin li ber lingan
û ew hêvîyên ku dilê
30 melyon Kurd geşdikir
bi carekê re bêne hilanîn
ew kulîlka ku nû bişkivî bû
bi destê mirovên Kurd
bê qurquçandin…!
Em karbidestên vî kar û barî
datînin ber pirsyariya
dîrokê bê ka kî ji xweşî
û geşîya gelê Kurd re
dixebite ewe yê ku cihê
xwe di dîroka gelê kurd de
bihêle û navê xwe di dilê
her Kurdekî dilsoz û xemxur de
biçîne…

*Kovara Jiyana Rewşen, hj: 9, 1997
Helbestên din ên Helbestvanî/ê