A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Welato! II
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Welato! II

Welato !
Afrandina bê azadî
ne tu afrandine
Azadiya bê welat
ne tu azadiye
gelo welat hene bê rok !
pêşeroj hene bê cih û war !

welato !
Tu afirandin û azadiya minî
hebûn û nebûna minî…

welato!
Qenc dizanim ku tu
ne Kurkekî li xwekirinê ye
ne jî hozeke pesnandinê ye
tu her tiştî;
tu qedera minî
ez qedera te me
bi kûve bi revim
ezê li te rast bêm
tu bi kûve herî
tê li min rast bê
tu starên min nîn in
ji siha asmanê te pêve
tu demên minî xweşnîn in
ji buharên zozanaên te pêve
siha asmanê te
buharên zozanê te
yên min in
wek ku yên her Kurdekî
dilsoz û xemxurin…

Welato !
Hema carekê
rê bide min
ku ez bi navê te
bîr û baweriyên xwe
bibêjim
tevî ku ez jî Kurdim
û her roj tîr têne min
ji ber Kurdîtiya min
rê bide min
ku ez bi navê te
destê xwe dirêjî
destê xelkê cîhanê bikim
û ji wan re bibêjim:
Kurdim Aştîxwazim
li Azadiyê digerim
armanca min;
serbilind li ser xaka
bav û kalên xwe bijîm
zilm û zora min
li kesî ne bûye bi hêvîme;
zilm û zora xelkê jî
ji ser pişta min sivik bibe
û ne mîne…
Mafê kesî min ne xwariye
bi hêvîme mafê minî windayî jî
li min vegere…
ne neyarê kesî me
bi hêvîme; kes jî
neyartîya min neke…

Welato !
Ji 200 salî ve
bi dehan şoreşên min
hatine perçiqandin …
bi sedan şar û gundên min
hatine wêran kirin…
bi hezaran welatiyên min
hatine kuştin …
sirgûnî û mişextî
maye ji para gelê min…
dawîya çerxê bîstane
dem hatiye guhertin
û tê guhertin …
heyamekî nê tê raxistin;
heyamê demokratî aştî û tenahîyê
Ne ku wêranî li bal me nemaye…
ne ku em nema karin
ziman kultur dîrok û hebûna xwe
bi parêzin û jêre kar bikin …
û bela kes bawer neke
ku emê ji desthilanîn bikevin
û çawa
emê ji desthilanîn bikevin !
pêşberî wan kesên ku
xaka me kultura me û dîroka me
dizîne û hêjî didizin …
vêca welato;
her û her ezê dozdarê
yekîtîyê bim
ew yekîtîya gelê Kurd
di bin siya wê de
navê te ( KURDISTANÊ )
bilind bikin
çendî partî û rêxistinên gelê
min hebin û pir bin
nexeme nexeme
Di bîr û bawerîyan de
dûrî hevbin û têvelbin
nexeme nexeme
mirovên ku bi hev re
di malekê de dijîn
kar û xebatê ji navê
wê malê dikin
tev di bîr û bawerîyên xwe de
ne wek hevin…

Welato !
Ez binavê te
distirêm
bi navê te
bêhna xwe berdidim
bi navê te xewnan dibînim û
bi navê te
dinivisînim
ji ber ku tu;
strana minî
tu kezeba minî
tu xewnên minî
û tu nivîsandina minî welato

*Kovara Gazî, hj: 33, 1997, Duhok
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê