A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Welato! I
237 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Welato! I

Welato !
Ji wan re bibêje !
ji wan re bibêje ku
welatînî ne hêsane
welatînî dilsozî û bargiraniye

Welato !
Ji çiya û zinarên xwe re
bibêje ku
mirovên çê
di deverên teng de xuyane

Welato !
tu cih û dem
hebûn û sinc û afirandinî
hebûna te hebûna welatîyên te ye…

Welato !
Tu pîvan û terazoyî
tu welatîyên çê û ne çê
ji hev cuda dikî
pîvana welatiyên te bi teye

Welato !
Kes nikare hêza te nasbike û
bighêje dawiyê
ew hêza ku di ziman û çiyayên te de
kom bûne
di bin-ax û seraxa te de
veşartiye;
di çem û cobarên te de
diherike
di mêraniya xelkên te de
xuyaye…

Welato !
Xelkê cîhanê sosretmayê man
dema ku naskirin;
ZEREDEşT pêxemberkî te bû
SLAHEDîNÊ EYûBî mirovekî te bû
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne?
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…

Welato !
ziman nayêne dizîn
kes nikare zimanê welatîyên te bidize
ku welatîyên te li zimanê xwe
guhdarbin
lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
bi zimanê biyanîyan axifîn
wê hingî Welato;
ne welatîyên te xwedî şaristanîne
ne ji zimanê wan zimanekî bingihîne…

Welato !
Ji wan re bibêje ku
hebûna gelan
di yekîtiya zimanê wan deye…

Welato !
Ji wan re bibêje:
ew kesên dudilî
ku bi tenê di roja xwe de
diponijin û
li ser malê dinyayê
dinûzin
ku wek wan kesan
wê di nav pêlên demê de
zû winda bibin
dem rehmê li wan nake
çendî pere û avaniyên wan hebin…
lê ew kesên ku
mal can û tev hebûna xwe
diyarî te kirine û dikin
ji wan re bibêje:
Hûn mûm û findên min in
çendî dem bi pêşde here
wê navê we bi tîpên zêrîn
di dîroka gelê Kurd de
bê nivîsandin…

Welato !
Ji wan re bibêje:
Ji wan kesên ku ji siha xwe
û bi wirde
tu tiştê din na binin bibêje; ku
tu ji serê birakujîyê mezintire
ji pesin girî û dudiliyê zeximtire…

Welato !
Tevî pirbûna birînên axivtî
di benda te de
tu bi hêz û zexmî
ji ber ku tu mezinî
û ji ber ku tu mezin û zexmî
tîrên neyaran têne te û
birîn di bedena te de vedibin
belê çendî xwîn
ji wan birînan bê û biherike
ew xwîn xelas nabe
û dawî wê zora demê here
ji ber ku hin bi hin
dem ji xwîna welatîyên te
bi çûktir dibe û
serkeftin nêzîk dibe…
Bê guman di wilo rewşde
maf jî wê gelekî giran û buha be
û berpiristî jî wê hêj buhatir be…

vêca Welato !
Ji welatiyên xwere bibêje:
li tev cihên ku têde dijîn
nefer û kom
rewşenbîr û torevan
siyasetmedar û partîzan ku
tu welatê tevanî
sînga te ji tevan re
vekiriye
çendî pirbin têvil bin û
ne li hev bin…

Welato !
çendî welatiyên te pirbin
di bîr û baweriyan de têvel bin
nîşana xêrê ye
nîşana pêşketinê ye;
lê welato ji wan re bibêje:
kuştin kuştinê tîne
zikreşî zikreşîyê tîne
xwîn bi xwînê nayê şuştin
kuştina welatiyan
kuştina welate Welato …!
û ji wan re bibêje welato
tu welatê tevanî
kevin û nû yê tevanî
hebûna te ji tevan re
pîvan û terazûye
dadgeh dadgere … û
dawî ku tu ji ramanên di serê tevan de
firehtir û bilintirî…

Welato !
Ji wan re bibêje:
ku ne em li hev rûnên
bi mejiyê di serê xwe de bifikirin
pirs û bersivên xwe
hawar û gaziya xwe
kul û birînên xwe
ji hev re bibêjin û şanî hev bikin
ewên ku di nav xaka te de şîn dibin
em nagihêjin armancên xwe û
wê halê me ev hal bimîne
ji kuştin û berberiyê…

Welato !
Ez ne bawerim ku kes karibe
piştî te bi tewîne
ji welatiyên te pêve
( kumê darê ne ji darê be dar kurmî
nabe )
Bê guman
zerera te ji zarokên te ye
nexasim ewên nezan û çavgirtî
ewên ku heyranê canê xwe tenê ne…

Welato !
Me seh nekiriye ku
tu hêz di dinyayê de
kare welatiyên welatekî hevgirtî
bişkîne ku ew welatî
di bin yek gotinê de bilivin…
û me seh nekiriye ku
tu hêzî di dinyayê de
welatiyên welatekî hevgirtî
bi hevre alîkar û hezhevkir
tewandine…

Welato !
Em bi hêvîne ku ev
bablîsoka li asmanê Kurdistanê
li dare
zû derbas be û
buhayê wê hindik be…

Welato !
Ji welatiyên xwe re bibêje:
ku tu qet ji serê xwe
ji bablîsok re danayîne
ji ber ku baweriya te
di pêşerojên nêzîk de
gelekî mezine
ew baweriyên ku di giftûgo û
danûstandinê de dibin yek û
ew yek
rêka aştî azadî û serxwebûnê
bi dûv xwe de dikişîne
çendî welatiyên te
di ramanên xwe de
dûrî hev bin û têvel bin…

Welato !
Ji wan re bibêje:
yê ku birast û durust
welatîkî dilsoz û xemxur be
19 Konê Reş
ew berpirse…
û ji demê re bibêje welato;
nivîsandin ne henek û tenazin
nivîsandin jî berpirsî ye…
ji wan re bibêje welato !

*Rojnameya Azadiya Welat, hj: 12, 1996
Helbestên din ên Helbestvanî/ê