A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Rêhevala Min
163 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Rêhevala Min

`Ji giyanê rêhevala min
Semîra Ebbas Ismaîl
re diyarî`

Ji nû ketibû buhariya
Sîh buhar bûrandibûn
Ketibû buhara sîh û yekê de
Di wê buharê de
Pênc çêlî
Di hêlîna xwe de
Xwedî dikirin
Sê xibşên xezalan û
Du berxikên yemlik
Her pênc
Di bin baskên xwe de
Di parastin
Ji germ û serma
Havîn û zivistanê
Dema ku ji hêlîna xwe
Bi dûr diket
Ser û berê
Xibş û berxan
Lihev diketin
Nema dizanîn
çi bikin, çawa bikin…
Wê jî ne dizanî
çilo, çawa
Bizîvire nav wan û
Li wan bibane bi şahî
Wan hembêz bike bi evîndarî
? ? ?
Di wê buharê de
Buhara dawîn ji temenê wê
Di roja pêncşema xemgîn de
Ji nîsana 1994an
Ji şamê dizîvirî hêlîna xwe û
Bi rêde, ji nişkave
Rê qetiya !
Dinya gewr, reş geriya
Canê wê yê nazik
Firya jor, jor
Li banê gerdûn
Rawestiya
Mendalên wê di hêlînê de
Kirin qêrîn, hawar û gotin:
Semîra yadê, Semîra yadê û
Tevan xwe li bavê xwe yê birîndar
Girtin.
Min jî bi dilovanî
Ew hembêz kirin û
Destê xwe di ser serê wan re
Bir û anî û
Konekî reş
Ji qedera xwe û
Qedera welatê xwe re
Di ser wan re vegirt
? ? ?

22.04.1994
Helbestên din ên Helbestvanî/ê