A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Oxirbe Birako Oxirbe
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Oxirbe Birako Oxirbe

Kamîran !
Ev çi ewrê reşe
Xwe di ser Qamişloka evînê re
Dikişîne..!
Ev çi xemgîniyê
Di dêmê rêwiyên kolanên
Amûdê û Tirbespiyê de
Dibînim..!
Ev çi havîne
Germa wê ne bi xwêdan û tîne !
Ev çi demsale
Dar û şînahiyên wê
Tev çilmisîne !
Oxirbe birako oxirbe
Qey eve qedera min
Her ku ez lûsekî ji xwe re dibînim
Qiraga reş wî lûsî ji hev dixîne..!
Her ku ez singê konê xwe dikutim
çeqel û rovî hewil didin ku singên
Min ji nav xakê derînin..
Her ku ez şivîlekek paqij
Ji xwe re vedikim
Bahozek radibe
Wê şivîlekê dibilîne…
Her ku ez koxekê avadikim
Lerezînek radibe
Wê koxê diherifîne
Qey eve qedera min
Kund lûsê xwe aniye
Ser banê min
çiftiya çift
Bûye mêvanê min
? ? ?
Kamîran !
Oxirbe birako here.
Teyr bi refê xwe er kamîrane
Seh jî têre xwe reyan
Gunehê min bi wan tê
Bela rawestin, bêhna xwe berdin
Ocaxê wan vemre
Yên ku xwe ji ber xunavê
Didin alî
Yên ku gul û kulîlkên nîsanê
çilmisî dibînin
Yên ku di tariyê de dikin kewtkewt û
Ji tîrêjên rojê bi tirsin
Yên hewil didin ku
Qamişloka evînê pişta xwe
Bide min,
Doda ji min bireve
Deşta Mêrdînê xwe ji min vedize
Oxirbe birako
Teyr bi refê xwe re bextiyare.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê