A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Netwên Yekgirtî (UN)
93 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Netwên Yekgirtî (UN)

1
Ji mêj ve ji mêj ve
ji berî pêncî salî ve
çend xincer
di xaka Kurdistanê de
hatine çikandin !
Bi mayîn û têldirî
hatine pêçan !
xal ji xwarzê
ap ji birazî
hatine qetandin
kul êş û jan
belav bûye
li Kurdistanê

2
Ji pêncî salî ve
Netewên Yekgirtî
bûye sazûman
ji bo parastina
mafê mirovan
dermankirina
êşû janên gelan
xweşî û geşîya
netewên cîhan
Lê mixabin û sed mixabin
ku carekê tenê
negeryaye li mafê Kurdan
carekê tenê
ji gelê Kurd re
nebûye derman
û her û her
gelê Kurd di bin
zilm û zorê de
maye tewyayî
dibin hêza karbidestan de
maye destgirêdayî
ji zimanê dê û bav
bê par mayî

3
Ev pêncî sal e
Netewên Yekgirtî
bûye hîmdar
bi UNESCO
UNICEF û LAHAY
bi kar û bar?
Li ser çêlekên Hindistanê
di xeyide
Li ser qertal û qirakên Afrîkayê
di engire
Li kuçên şûnewarên kevin
dibe xwedî û dikire
rojekê negotiye;
sih_çil melyon Kurd
di hejarî û bindestîyê de
dimire…

4
Ev pêncî sale
û ji berî pêncî salî ve
kêr li ser stûyê
mirovên Kurd hatiye danîn
Dar û daristanên Kurdistanê
tên sotin û birîn
Pêmayê bav û kalan
li ber talanê
tê dizîn
û mirovên Kurd newêrin
bi zimanê bav û kalên xwe
bikin girîn
û hêj carekê tenê
Netewên Yekgirtî
nekiriye gazî û qîrîn
ka Dadgeha LAHAY
û mafê mirovan
ka UNESCO û
parastina zimanê gelan
ka UNICEF û
guhdana zarokên Kurdan !

5
Nizanim !
nizanim çi di vê bîranîna
pêncî salî de
ji Netewên Yekgirtî re
diyar bikim
Gelo !
Qerpalê şehîdekî bi xwîn
ji Senendac Agirî şernex
û Dêrsim…
Kuç û qehfikin Kurdistanî
ji entîkxaneyên Parîs Berlîn
û London …
Hestîyê zarokekî Kurd
ku ji nêz û êşan mirîye
li deşta Hewlêr û Silîvan
wêneyên çend gundên
kavil û wêran
ji bakurî Kurdistan an
cizmake bi xwîn
ji cizmeyên leşkerê
karbidestan
û pêncî singên bi xwîn
û têldirî ji nav xaka Kurdistan !

*Rojnameya Azadiya Welat, hj: 24, 1996
Helbestên din ên Helbestvanî/ê