A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Nêçîrvanî
123 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Nêçîrvanî

Wek kevokekê nivistiye
Li ser banê dilê min
Wek tabloya Monalîza
Daliqandiye li ber çavên min
Nizanim xemgînî an
Digirnijî?!
Wek kulîlkek nêrgiza nû pişkiviye
Li rastê…
Dêmê wê
Ji hingiv şêrîntire
Awirên wê
Ji ava deryayê kûrtirin
Bejn û bala wê
Wek dara sipîndarê bilinde
Wek xezalekê ye
Li binê beriya Mêrdînê û
Ez nêçîrvanekim li wilo xezal
Digerim
Wê dibînim û
Didim pey şopa wê, lê
Di nav rewrewkê de
Winda dibe
çendî lê digerim
Ji rewrewkê pêve
Tu tiştî din nabînim…
Gêj dibim, dibim wek
Kerr û lalan û
Ji hawhaw ve dikevim..
Gelo !
Ez berdewamiyê di vê nêçîrê de
Bikim?!
An ez xwe bi wek vê nêçîrêre
Newestînim, ev nêçîr
Ne nêçîra mine?!

08.04.1998
Helbestên din ên Helbestvanî/ê