A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Mirovekî Kurd Im
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Mirovekî Kurd Im

Mirovekî Kurd im
Ji sala 1514 an ve
ta roja îro,
di kul, êşû janên
gelê xwe de di ponijim
xemxur û zikêşekî
zimanê dê û bavê xwe me
Yekim ji wan kesên ku,
li dor malbata Bedir-Xanîyan
di xepêrim…
Ez Konê Reşim
konê ku stûnên wî;
bi kuçên ji çiyayê
Sîpanê Xelatê, Barzan û Agirî
bilind dibe
çît û berçîtên wî;
bi zil û qamîşa
derdora çemê Dicle û Ferat
dibe dîwar û
bi hevirmêşa
Mûşû Bazîdê
hatiye hunandin
Ben û şerîtên wî
Ji hiriya berxên
şikak û Heyderan, kerîyên
koçerên Milan û Mîran
hatiye ristin…
Konê ku; ji mûyê
bizinên zozanê Botan
Zozanê şerefdînê û çiyayê Mazî
hatiye çêkirin û
bi rengê şevê
hatiye debixdan
da ku di rojê de
belû û diyar be û
xweşbê xuyakirin;
Dinya û alem tev
bibîne û bizanibe ku
qet singên konê min
ji nav xaka bav û kalan
nayên hilkirin
nayên hilkirin
Ez Konê Reşim
Mirovekî Kurd im
Ne tu jiyane.
şaristaniya ku xwe têde dibînin
Ne tu şaristaniye,
Vir û derewin
Xêzek ji hêsrên pênûsa min
Hemberî semyanê wan tevî ye
Wê tev bimirin

Xêzên pênûsa min namirin
Wê bimînin zindiye
Wê bimînin zindiye
? ? ?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê