A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Kul û Xeman Ez Di Nav Xwe De Hilanî Me
176 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Kul û Xeman Ez Di Nav Xwe De Hilanî Me

Ev çi dem û dewrane
xwe di bînim têde
Dûrbûn û sirgûnî yê
dibînim dirojan û rêde
kul û xem li şûn kêf û şahîyan
xwe didin hev û hin bi hin
tên bi pêde
wek rêwîyê rênenas
biyanîyê bê dost û heval
ne dizanim herim bi virde
ne bi wêde…
çendî min dixwest;
Dil carekê lêde
lê mixabin na lêde
na lêde
***
Gelî pismamên xewar !
kul ûxemên min ji dûr û nêzîk ve
yek terzin yek celebin
qet ew ji hev cuda nabin
ji mêj ve ji mêj ve
di nav xewa ( çaldêran)
( Zehab) û ( Qesra şêrîn)de
Razane şiyar nabin
ji nêzîk ve
di dawiya çexê bîstan de
di nav lingê rêxistin û
partîyên têvel de
xilmaşmane
çavê wan ji xewê venabin
***
Mêzekin mêzekin
li peymanên du bend û sê bend
bê çawa tên danên
Ma gelo raste wê Rojhilata Navîn ji
terorê rizgarkin an
wê destê Kurdan
di qeyd û lelakin !
da ku careke din
ne bêjin em Kurd in û
serê xwe nerakin
***
Xewarên xewa zivistanî !
şiyar bin
Ji xewa zivistanî rabin
va 483 salên zivistanê
buhirîn
74 salên dawîn
bi berfa giran
zîvirîn
Nelson Mandela
27 salan di ber gelê xwe de
kir girîn
xelkê dinyê bi ser heyvê ve
bilind bûn û firîn
Bi zayîna berxika ( DOLLY )
bawerîya xelkê
hat guherîn
û hêj partî û rêxistinên me
dizên berdavên
hêj di çil de avisin
difroşin
xwezî ji gel re
bikirina kirîn
Wa weylê li vî halî
bêlo mebe ji vê rewşê
ji vê nexweşîya
bi kul xem û birîn …
***
Pismamên xewar !
derenge zû ji xewa
zivistanî şiyarbin
serî ji bin tarîya
lihêfê rakin
Qey hûn dengê teyrê
qertel û berate
li asmanê Kurdistanê
seh nakim !
***
Êdî bese li hev ewlabin
ji xewa zivistanî rabin şiyar bin
şiyarbin berî buhar û havîn derbas bin
heger hûn şiyar nebin
wê çax û demên me
herdem zivistan bin
herdem zivistan bin
Helbestên din ên Helbestvanî/ê