A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Jiyan Xweristî Derbas Dibe
198 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Jiyan Xweristî Derbas Dibe

«Di çar saliya koçkirina kebaniya min de»

Her tişt wek xwe
Bê guhdan maye;
Baholên di ser dûlabên kuncan re
Tabloyên bi hêt ve daleqandî
Kulîna livîna û
Makîneya dirûnê…
Her tişt bê destdan
Wek xwe maye
Lê darên di hewşa me de
Mezin bûne
«Jîn» fistanê te li xwe dike
«Nalîn» bilûz û «Celadet» jî
Li bisklêt siwar dibe
Tevî ku her tişt wek xwe maye
Gelek tişt jî
Xweristî mezin bûne û
Hatine guhertin
Erê xweristî…
Mane jiyan xweristî
Derbas dibe?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê