A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Îsal 1998 Me Sed Mûm Vêxistin
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Îsal 1998 Me Sed Mûm Vêxistin

«Diyarî ji birayê dilsoz Diyar Doskî, helbestvan Mûeyid
Teyyib û hêja Dr. Ferhad Pîrbal re».

îsal -1998- me sed mûm
Vêxistin û
Sed û pêncî sal
Derbas..bûn ji
Dema ku Mîr ji hespa wî
Daxistin
Burca Belek li Cezîra Botan
Kavil û wêran hiştin.
Kurdistana Kurdan
Talan kirin û jihevxistin…
? ? ?
Va sed sal derbasbûn
Me sed mûm vêxistin
Ji bo rojnameya Mîr
? ? ?
Ji sed salî ve
Mîr qeyd û bend şikandin
Dirûna çav û dev dirandin
Di sirgûniyê de
Li ber xwe da, hawar kir û
Rojname weşandin
Gazî kir û got;
Em nayên tewandin
Em nayên bişaftin..
? ? ?
Salan dan pey hev
Stewyan û zer bûn
Kurd ji xew rabûn
Dan pey serxwebûn
Hebûn an nebûn û
Bi dehan şoreş beravêtî
Têkçûn…
û Mîr nedît
Azadî û serxwebûn
? ? ?
Va îsal -1998- ji nû
Piştî sed salî
Me sed mûm vêxistin
Ji bo rojnameya Mîr
Li cihê Mîr dixwest
Li perçê azad, perçê aram
Li başûrî Kurdistan
Bi saya serok
Kurê Barzanî û
Kabîneya sisiyan
Li Erbîla paytext
Li bûka Badînan
Xweş simîner, kor û
Mihrecan hatin lidarxistin
Bi govend û dîlan
Zînê bingehê pirtûkxaneyekê danî
Bi navê bapîrê xwe
«Mîr Bedirxan»
Zanayên Duhokê
Navtarek bijartin bi navê
«Miqdad Midhet Azîzan»
Wezîrê rewşenbîriyê
Xelat belavkirin; li kesên ku dane
Ser şopa Mîrê Botan…
Nizanim,
Yên ku îsal
Ev kar û bar kirin
Wê kî xelatê bide wan?
Ji wan çêtir nabînim ku
Vê xelata xwe, li xwe û wan
Parbikim ji dil û can
şabaş û spas ji wan re
Yên ku xwe gorî welat dikin
Birano werin
Em jî xwe bikin gorî wan.

Gulana 1988an
Helbestên din ên Helbestvanî/ê