A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Gazineke Din Ji Qederê
161 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Gazineke Din Ji Qederê

Qederê !
Em tev dizanin
Ku buhar pey zivistanê ye
şev pey rojê ye
Aştî pey şer û berberiyê ye û
Mirin pey jiyanê ye
Ez jî wisa bi mirinê bawerim
Belê çima lê qederê !
Te temenê kebaniya min
Qurquçand
Ne di çax û demê wêde
Te ew revand
Zû te jê stand canê şêrîn
Te ji hevkir
Destê dotan ji diyê
Ji mafê wê bû
Hêjî bijiya !
Nû ketibû buhariya
çima wisa lê qederê
çima wisa?!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê