A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Ez û Xemxuriya Gel û Çiyayê Mirada
109 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Ez û Xemxuriya Gel û Çiyayê Mirada

Di koxika xwe de
Maye paldayî
Bi êş, birîn û kovanên gelê xwe ve
Girêdayî
Kesî haj xemxuriya wî nîne
Ew û xemxurî bi hev re bûne
Destbirak û maye windayî
Lê hêvî û omîdên wî
Ji tev nexweşiyan
Saxlemtirin
Ji bûyeran berztirin…
Ji xwe evin yên mayî û
Ewin yên nemayî
? ? ?
Qey qedera wiye
Ku jiyana wî bibe pêtek
Ji agirê vêketî
Xemxuriya gelê wî bike
Xortekî nû dilketî…
çendî janê dibîne
Ne poşmane
Bêhtir xwe dibîne
Bi serketî…
? ? ?
Carna tam saxleme
Xwe dibîne wek teyrê baz
Di ser kûpên çiyayê
Cûdî, Ararat û Pîremegrûn re
Difire..
Carna wek zarokekî ku
çav bi yariya xwe keve
Digirnije û dibişire
Carna bi Ehmedê Xanî re
Ta berê sibehê difikire
Bi Feqê Teyran re
Li ser peravê ava Dicle diponije
Bi tîpên çapxaneya
Husên Hiznî Mukiryanî re
Mijûl dibe û dengê xwe
Tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan
Dike û dibêje:
«Kuro ! eybe, şerme, fehête, an hînî
xwedin û nivîsandina zimanê xwe bibin
an mebêjin em Kurdin..»
û weha, xew ji çavên wî
Dixeyide, direve û difire..
Wek mest û lalan
Di koxika xwe de
Di nav pirtûkan de
Diqerime.. û
Ji neçarî
Hawar û gazî çiyayê Cûdî dike..û
Dibêje:
Tu bi Xwedêkî çiyayê Mirada
çiyayê aşîtiyê
Tê rahêjî hinekî ji kul û xemên min
Mane kevoka aşîtiyê
Ew şaxê zeytûnan ji nav
Daristanên te bir
Mane te pişta xwe ji keleka Nûh re
Xûzkir û tu hatiyî naskirin
Bi «Landika şaristaniyê»
De hela welatiyên xwe jibîr meke
û carekê xwe ji wan re jî xûz bike
Da ku di aştî, aramî û tenahiyê de
Bijîn û ji nû darên zeytûnan biçînin û
Ji aşîtiyê re
Bikin diyarî…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê