A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Ez Delaliyên Xwe Li Kê Bikim
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Ez Delaliyên Xwe Li Kê Bikim

Zarokên min
Ji ser taştê
Ta bi razanê
Delaliyên xwe
li min dikin;
Pevdiçin, digrîn
Ez jî bi wan de
Dixeyidim,
Li ber wan digerim
Ta ku ez wan
Haj û razî dikim…
Belê tiştek
Bala min dikşîne
Gelo! Ez
Delaliyên xwe
Li kê bikim
Wê kî min haj û razî bike?!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê