A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Em Herdu Wek Hev Bêxew In!
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Em Herdu Wek Hev Bêxew In!

Dagirkero, stemkaro !
Ji ber zilm û zora te
Li ber xwe didim û
Li rêkên nû yên berxwedanê
Digerim
Weha jî,
Berxwedan min
Diwestîne û
Xewê ji çavên min direvîne…
Tu jî, da ku
Berxwedana min rawestîne û
Min bifetisîne, tu
Li gelek rêkan digere û
Gelekî tu xwe diwestîne
Weha xew ji çavên te jî
Tê dizîn û
Em herdu dibin wek hev
Bê xew.. bê xew
Helbestên din ên Helbestvanî/ê