A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Dilbijokim
146 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Dilbijokim

Na, na
Dilê min nabije
Qesir û qûnaxên xelkê
Nabije
Otomobîl û malê kesekî
Dibin siya çar dîwaran û
Banekî de
Xwe rehet bibînim
Bi kurtêleke nan û
Qetek penîr têr dixwim
Na, na
Ez ne dilbijokê
Malê kesî me
Lê dilbijokê wê kêlîkê me;
Ew kêlîka ku
Yeke ciwan û spehî
Bi maldarekî ziktelêr û
Gerdenkurt re
Dimeşe û digirnije…
Hingê çendî dilê min dibije ku
Ez di şûna wî teresbavî de bim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê