A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Dil Mezin e û Cih Fireh e
162 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Dil Mezin e û Cih Fireh e

Di peravên deryaya
Vê jînê de
Dilê min bûye bender
Ji kul û derdan re !
Hêlîn ji êş û xeman re
Tev gemiyên li ber
Pêlên bahoza deryayê çûyîn
Xwe lê digirin,
Tev qeyik û kelekên
Stûn şikestî, çît diryayî
Lê radiwestin û
Lê dibin mêvan.
De werin
Di kovan û birînên dilê min de
Bicivin, kom bibin û rawestin
Dil mezine û
Cih firehe

06.09.1994
*Kovara Bihar, hj 4/1997.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê