A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Di Wê Oxirê De
107 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Di Wê Oxirê De

Di wê oxira em di rex hev de
çima te ji min re ne got
Ku şev konê xwe vegire
Tu nema min dibînî?!
Li ser baskê teyran be
Tu nikarî xwe bi min bigihînî
Awirekê ji dêm û
Bejin û bala min birevînî..?!
? ? ?
Va sê sal bi dûv hev de
Zîvirîn
Di nav çar dîwaran de
Bûme jar, bi kul û birîn
Hêjî ku ji nişkave
Derî li min vedibe
Der hal, sawêrên te
Tên ber çav, wek
Wan salên buhirî
? ? ?
Di wê oxirê de, ku min zanîba
Minê xatir ji te bixwesta
çend gilî û gazinên xwe
Ji te re raxista
Heger xwestekin te jî
Hebana û ew xwestek
Kevçîka dil ba
Xwezî te bi xwesta
Xwezî te bi xwesta

12.05.1997
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê