A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Dergehê Jîn û Evînê
128 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Dergehê Jîn û Evînê

-I-
Gulîstana li ser dêmê xakê neqişandî !
Buhişta Xwedê !
Xaka şêx A.Selam,
şêx Mehmûdê Hefîd û
Barzaniyê nemir !…
Helbesta Nalî, Goran û
Bêkes !
Axîna Nalbend
Salih Elyûsifî û
Enwerê Mayî !…
Xaka pîroz !
Peristgeha pêşmergên qehreman
Peristgeha evîndarên
Kurdayetiyê !
Dergehê dinyê !
Dergehê min
Ji derbasbûna heyamê
Jîn û evînê re..

-II-
Bîra dîrokê !
Ey peristgeha Laleş
Peristgeha çarstûn
çarmû û
Efsaneya Gilgamiş…
Ji kû destpêbikim
Ji çiyayê Pîremegrûn, Metîn û Gara..?
Ji geliyê Elî beg û Baziyan..?
çawa bêrîkirina xwe
Ji te re şirove bikim?
Ev bêrîkirin, his û hestên ku dawî
Ji wan re nîne…
Gelo !
Xwe bikim baranek buharî û
Dêmê teyî çiyayî
Ji nakokî û berberiyê
Bişom
Ta ku karibim
Xwe di nav
Xaka teyî pîroz de
Bigevizim û
Ramûsim…

-III-
Buhişta Xwedê !
Başûrê pîroz !
Heger rojekê
Ez hatim nav xaka te
Bi hêvîme;
Di nav aştî û demokratiyê de
Bême pêçan
Wek nûnerekî
Evîndaran xwe bibînim
Na, na ez nûnerê
Evîndaran bi xwe me
Ez nûnerê
Evîndarên xaka te me
Ez xumxuma
Ava çemên te me
Ez sirûdeke
Kurdayetiya bi deng im
Roja ku ez bême ser xaka te
Bi hêvîme
Kurd di zindanên Kurdan de
Ne dîlkirî bin
Berx têr şîr bin
Nêrgiz di beyaran de
Ne çilmisî bin..
û baweriya min
Bi weha hêvî mezine
Ji ber ku ez pişterastim
Ji xelkên te yên ku mirovin
û ew bawerî
Pir mezine, pir mezine.
Gulistana Xwedê !
Tu çaktirîn cihe di gerdûnê de
Xwedê hez te kiriye û
Tu kiriye
Cihê bê cihan
Warê bê waran û
Dawî tu bûyî
Dergehê min
Ji derbasbûna heyamê
Jîn û evînê, erê jîn û evînê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê