A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Çima Hûn Deynakin?!
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Çima Hûn Deynakin?!

çima hûn deynakin?!
De ka ez jî barkim
Koça xwe bi dûv
Koçan ve siwarkim
Xaka bav û kalan
Dost û hevalan bihêlim û
Valakim
Barê kul û derdan
Dûbare bikim û
Bi ser dil de
Valakim
Nizanim !
Gelo wê taqeta dil û
Vî barê giran hebe
Bêjin min.. çima hûn deynakin?!
çima hûn deynakin?!
? ? ?
Ku ez jî barkim
Wê kî vê xaka ku
Bi neperûşkên dayika min
Di danheva pûş û bêrîvaniyê de
Hatiye lihevxistin
Lihevxîne..?!!
Wê kî govendan
Li şûnwarên ku govenda
Dayika min li ser wan
Hatiye lidarxistin
Lidarxîne..?!
Wê kî di goristanên ku
Bav û kalên min
Di wan de hatine veşartin
Bêne veşartin..?!
Gelo ez jî barkim û
Di kolanên ewrûpa de
Tûrê parsê li milakim
Kurtêla di zik kim û
Qerpolan bi ser bejnê de
Dakim?
Gelo ! ez jî barkim?!!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê