A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Koçer Bêrtî - Di Bin Bijangên Te De
194 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Koçer Bêrtî - Di Bin Bijangên Te De

Di bin bijangên te de hêstrên min dibişirin
Dişelim nav bayê gerdûnê
Tipûtazî bayê sar germ dikim
Hawara gewherên te
Rûbaran dike derya
Di kevîşena hesretên avgon de
Av dide berbaskên hecîreşkan

şevreşkên ji hev qetiyayî
Bi destên hev digrin
Tev min ji nû ve li xwe mikur tên
Ez û tu
Li cem keybanûyên qûndeyan tên hev

Di bin bijangên te de çavên min diçûrisin
Li pey dilberî û dilanên te
Ez hêdî kûçikan jî hez dikim
Payîz, bihar
Hevûdin xêz dikin
Li pey min dileqin
Ez dibim nijadperestê te
Te li xwe pîroz dikim

Di bin bijangên te de
çend stran ji wextên dilşad dikevin
pêşbaziyê
Ez şîrê te didoşim jînê
Tin dide evîn
Li ber bayê te dikevim
Dibişirim
Hûr hûr ber bi te têm
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?