A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Koçer Bêrtî - Bilûra Şivanê Min
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Koçer Bêrtî - Bilûra Şivanê Min

Ez dixwezim evînê binivîsim
Bi hemû xemla xwe
Bi hemû xemla wî
Min peyivek xwest ji Xwedê
Got tu jî dîl î

Ne rast bû
Ew jî ketibû
Em di evînê de wek hev bûn
Dîrok li gor xwestina wî nehatibû
neqşandin
Dengê dilê min guhdarî kiribû
Ew jî xemgîn bû

Li min binêre jiyan
Liva min li ser te ye
Tu ne hêjayî asta min î
Min bi hezaran sal di xwe de meşandiye
Min dilê Apê Mûsa bingeh dîtiye
Min wêrekiya xwe di çavên wê de bi dilê wê
zeliqandiye

Lê ew?
Porê wê karîxezal
Devê wê bilûra şivanê min
çavên wê?
çavên wê jî nêçîra nixumandina mêjiyê min
Mêjiyekî wêrek û nezan
Jixwe ji wir derket talan

Asê li min dinêrî
Ji ber bedewitiyên kelî û qeşa ez diavêtim ber derî
Di suxtetiya şevên bilbilî de min nîşan
radixistan ser bejn û bala wê
Ez nêr!
Ew mê!

Dîwanxaneyan de em dihejandin
dengbêjen welate min
Serbixwetiya min tenê di nav memikên wê de zîl dida
û dîsa tenê di gewriya wê de xwe ditewand
Matmayina min xwe dizivirî hestên peşmûrde

Li çiya kûçik ewitîn
Li zozanan berf heliyan
Li deşta keskesor zewicîn
Li gundan kûçe civîyan
Li bajaran dil wêran kirin
Li paytextan bi welatê min lîstin
Li gerdûnê ez pûç ketim
Porê wê yî reş de ez dîl ketim
Wê bûyîna xwe di bengîniya min de ajot
Min tenêtiya xwe di kevirên binlingî de şikest
Ez bûm evîndar
di pelên dara evînê de bûm jîndar
Dîsa Berbang qurmiçî ne
Dîsa mar keda sipûsor e
Hêvî mirin e
Ez te hez dikim qawreşa min
Mar im bûme helbestvan