A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kerîm Kurmanc - Ez û Te
287 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kerîm Kurmanc - Ez û Te

"Pêşkêş bona şilêr helbestvana îranî ku me ji tirsan helbestvaniya xwe ji hinekan veşar"

Ez û te
Ji zikê dîrokekî nezewicî ketine
Ta ku
Bibin şahidê paqijiya Îsa li qiyametê
Şahidê sînorên peyv têda veşartî li ser topa erdê
Dilên me
Hatiye vegerandin dinav
Peyvnamên rojhilata navîn
Peyvekî wate nekemilî
Wate aloz
Her zimanek wateyek daniye bo dilên me
Loma em welatiyê tu navçeyek ji rojhilata navîn nînin
Hîn jî
Rêwiyên demsalên ne diyar in
Ber bi perestgehên nenas
Li muqedesatên bo me hatiye nivîsîn
Ramûsan heram
Nêhrîn guneh
Hevaltî siza
Kenîn pîlan
Evîna bi hevdu jî kevrbarankirine
Na
Na canê
Her çend
Me bi hev ra vehandin
Peyvên aşiqane yên marebûyî li sînorên du dilan

Wisa diyar e
Tu welat
Nasnamê nade van helbestên herrikî ji birûska du dilan
Pes were
Were
Em bi hev ra
Dest bavêjin pîsîra wesiyetên
Leyla û Mecnûn
Şîrîn û Ferhad



Bila ji ber baranekî avis
Gunehên me
Paqij bibin
Belkî
Tu mela
Tu Qeşe
Tu memûr
Tu zêrevan
Tu temaşevan
Û
Tu Dîroknivîs
Îmzaya xwe
Li bin hukmekî ji berê nivîsî neêxe
Û
Bila
Tu heval
Tu dijmin
Tu rêwî
Tu bira
Tu xwşk
Û

Û

Me bi hev ra nebîne ku
Hejî hevdu kirin li ser vê topa erdê guneh e canê

*Çavkanî: www.lyrikline.org
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?